YPG’ê nasnameya şervanekî xwe aşkera kir

YPG’ê nasnameya şevanekî xwe yê li gundê Til Barûd a bejahiya Hesekê de şehîd ketibû, aşkera kir.

YPG’ê nasnameya şevanekî xwe yê li gundê Til Barûd a bejahiya Hesekê de şehîd ketibû, aşkera kir.

Navenda Çapemeniya YPG’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand û nasnameya cangoriyê azadiyê aşkera kir. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Şoreşe Rojava destan nivîsandin û îro em dibînin îradeya mezin a gelê me, yekîneyên me û rihê wê yê fedayitî destanên lehengiyê û qehremaniyê di nivîsînin. Yekîneyên me Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ji bo parastina gel û axê di nava Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) de canê xwe dikin qurban.
Di berxwedaniya dîrokî ya yekîneyên me ya li bajarê Hesekê de şervanê me yê bi navê Çiya Kobanê bi lehengî û qehremantiyek mezin şer kir û gihîştiye asta şehadetê.

Em weke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) soza şopdariya riya şehîdan didin û sersaxiyê ji malbata şehîd Çiya û hemû malbatên şehîdan re dixwazin.”

Nasnameyên şehîd wiha ye:
Nasnav: Çiya Kobanê
Nav û Paşnav: Mehmûd El Namis
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Xalid
Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê
Cih Û Dîroka Şehadetê: Hesekê/ Gundê Til Barud 6-1-2016