Fermandariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji bo Koma Koordînasyona Taybet a Agirbesta Sûriyeyê nameyek şand. Di nameyê de binpêkirinên agirbestê û êrîşên komên çete yên li ser herêma Efrîn, Ezaz û Helebê hatine rêzkirin.
‘KOMÊN OPOZÎSYONÊ AGIRBEST QEBÛL NEKIR’
Di nameyê de bal tê kişandin ku piştî îlankirina agirbesta li Sûriyeyê, gelek komên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê, agirbest qebûl nekiriye û ev agahî hatine dayîn: “Piştî ku Meclisa Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê birya da ku 27’ê Sibatê roja şemiyê agirbest destpê bike, tabûrên Opozisyona Sûriyeyê yên çekdar ên ku cihê xwe di odeya emeliyatê ya Helebê de digirin (Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, tabûrên Nûredîn Zenkî, lîwai El-Sultan Murad, gurûpa 16 a koma Xalid El-Heyatî, Cebhet El-Nusra, kombûna Fasteqim Kema Emirt, El-Cebha El-Şamiye, gurûpa koçberan a El-Qoqaz, tabûrên El-Sultan El-Fatih, tabûrên El-Sultan Murad, tabûrên Siqûr El-Cebel û Ehrar Mirîmîn bi fermandariya Ebû Mehemed Mirîmîn) şertên agirbestê qebûl nekirin. Her wiha êrîş û topbarankirina xwe ya li ser taxa Şêxmeqsûd a girêdayî Helebê domandin. Bi fûzeyên bidest hatine çêkirin û topên cehenemê êrîş pêk anîn û hejmareke zêde ya hêzên xwe li derdora taxê bicîh kirin.
Tabûrên girêdayî opozîsyona Sûriyeyê yên çekdar ên li herêma Ezaz û gundewarên bakurê bajarê Helebê dimînin (Tevgera Ehrar El-Şam a bi fermandariya Mehmûd El-Ilêwî El-Xal û tabûrên hevbendiya wê dikin El-Lîwai 51 bi fermandariya Heysem Ifêsî, El-Cebhe El-Şamiyê bi fermandariya Ebû Umero, Lîwai El-Feteh bi fermandariya Ridwan Qernedil, Lîwai El-Hemze bi fermandariya Seyîf Bolad, Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm, Ehfad Selahedîn, Ceyîş El-Sine a hevbendiya wê, Feyleq El-Şam a bi fermandariya Yasir Ebdul El-rehîm, Cebhet El-Nusra bi fermandariya Hatim El-Ezîzî, Lîwa El-Muitesem bi fermandariya Fehîm, tabûrên El-Sefwe El-Islamiyê bi fermandariya Xîtab Mari, Lîwai El-Sultan Murad) agirbest qebûl nekirin û êrîşên xwe yên li ser Kantona Efrînê, gundên wê û cihên di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de, domandin.”
Di nameyê de hate destnîşan kir ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şertên agirbestê qebûl kirin û çalakiyên xwe yên li hemû herêmên di bin serweriya xwe de, sekinandine, lê çeteyan êrîşên xwe domandine.
ÊRÎŞÊN ÇETEYAN
Di nameyê êrîşên çeteyan ên piştî îlankirina agirbestê ku li ser kantona Efrînê pêk anîne wiha hatine rêzkirin:
Roja 27`ê Sibatê saet di 12.00’an de Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî bi fermandariya Mehmûd El-Ilêwî El-Xal û tabûrên hevalbendê wê (El-Cebhe El-Şamiye bi fermandariya Ebû- Umer, Lîwai El-Feteh bi fermandariya Ridwan Qernedil, Lîwai El-Hemza bi fermandariya Seyîf Bolad, Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm, Ehfad Selahedîn, Ceyîş El-Sine ya hevbendiya wê bi Feyleq El-Şam a bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm re heye, Cebhet El-Nusra bi fermandariya Hatim El-Ezîzî, Lîwai El-Muitesem bi fermandariya Fehîm, tabûrên El-Sefwe El-Islamiyê bi fermandariya Xîtab Mari, tabûrên El-Sultan Murad) gundê Dêrbelût ê girêdayî navçeya Cindirêsê û gundê Başimre yê girêdayî navçeya Şêrawa hedef girtin û di encamê de zirarên madî çêbûn.
Roja 27`ê Sibatê saet di 4.13’an de Tevgera Ehrar-El-Şam û tabûrên bi wê re di nava hevbendiyê de ne (El-lîwai 51 bi fermandariya Heysem Ifêsî, El-Cebhe El-Şamiye bi fermandariya Ebû-Umer, lîwai El-Feteh bi fermandariya Ridwan Qerndil, Lîwai El-Hemze bi fermandariya Seyîf Bolad, Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm, Ehfad Selahdîn, Ceyîş El-Sine yên hevbendiya wan bi Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm, Cebhet El-Nusra bi fermandariya Hatim El-Ezîzî, Lîwai El-Muitesem bi fermandariya Feyîm, tabûrên El-Sefwe El-Islamî bi fermandariya Xîtab Mari û tabûrên El-Sultan Murad) ji kelha Seman û Qebtan El-Cebel gundê Beşimre yê girêdayî navçeya Şêrawa ya girêdayî Kantona Efrînê topbarankirin û di endamê de mal û mulkên şêniyên gund ziyan dîtin.
Roja 28`ê Sibatê saet 7.35 Tevgera Ehrar-El-Şam El-Islamiyê û tabûrên pêre di nava hevbendiyê de ne(El-lîwai 51 bi fermandariya Heysem Ifêsî, El-Cebhe El-Şamiyê bi fermandariya Ebû Umer, Lîwai El-Feteh bi fermandariya Ridwan Qernedil, Lîwai El-Hemza bi fermandariya Seyîf Bolad, Feyleq El-Şam bi fermandariya Ebdulelrehîm, Ehfad Selahedîn, Ceyîş El-Sine a hevbendiya wê bi Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm, Cebhe El-Nusra bi fermandariya Hatim El-Ezîzî, Lîwai El-Muitesem bi fermandariya Fehîm, Tabûrên El-Sefwe El-Islamî bi fermandariya Xîtab Mari û tabûrên El-Sultan Murad) gundên navçeya Şêrawa (Mazin, Başimre û Basofan) bi çekên giran û topên hewanê û tûpên gazê yên bi dest çêbûne hedefgirtin.
Roja 29`ê Sibatê saet 3.38 û saet 10.26 Tevgera Ehrar El-Şam El-Islamiyê û tabûrên bi wê re di nava hevbendiyê de ne(El-lîwai 51 bi fermandariya Heysem Ifêsî, El-Cebhe El-Şamiye, bi fermandariya Ebû Umer, Lîwai El-Feteh bi fermandariya Ridwan Qernedil, Lîwai El- Hemze bi fermandariya Seyîf Bolad, Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm, Ehfad Selahedîn, Ceyîş El-Sine yên hevbendiya wan bi Feyleq El-Şam a fermandariya wê Yasir Ebdulelrehîm dike, Cebhet El-Nusra bi fermandariya Hatim El-Ezîzî, Lîwai El-Muitesem bi fermandariya Fehîm, tabûrên El-Sefwe El-Islamiyê bi fermandariya Xîtab Mari û tabûrên El-Sultan Murad) gundê Başimre yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê bi hewanên Hewanê, tûpên gaze û çekên giran hedefgirtin.
Roja 2`adarê saet 1.30 Yekîneyên Parastina Gel û yên Jin bersiv dane êrîşa Tevgera Ehrar El-şam û tabûrên bi wê re di nava hevbendiyê de ne( El-lîwai 51 bi fermandariya Heysem Ifêsî, El-Cebhe El-Şamiyê bi fermandariya Ebu Umero, Lîwai El-Feteh bi fermandariya Ridwan Qernedil, Lîwai El-Hemze bi fermandariya Seyîf Bolad û Feyleq El-Şam bi fermandariya Yasir Ebdulelrehîm.)