YPG: Artêşa Tirk êrîşî çeperên me kir

Fermandariya Giştî ya YPG'ê ji Kordînasyona Şopandina Agirbestê ya li Sûriyeyê re ragihand, ku leşkerên Tirk êrîşî çeperên YPG'ê kirine.

Fermandariya Giştî ya YPG'ê, ji Kordînasyona Şopandina Agirbestê ya li Sûriyeyêr e ragihand, ku artêşa Tirk careke din agirbest binpê kiriye.

Peyama YPG'ê bi vî rengî ye:

"Ji Kordînasyona Şopandina Agirbestê ya li Sûriyeyê re;

Ji endamên hêja yên Kordînasyona Şopandina Agirbestê re...

Em we agahdar dikin ku roja Duşemê 14'ê Adara 2016’an saet di 20.45'an de leşkerên Artêşa Tirkiyeyê gule berdan nuqteya Xerezê ya Yekîneyên Parastina Gel a li nêzî bajarê Amûdê li bakurê parêzgeha Hesekê. Artêşa Tirk dixwaze li herêma sînor li nava xaka Sûriyeyê dîwarekî lê bike."