Yekemîn Konferansa Jinên Ciwanên Başûr bi dawî bû
Yekemîn konferansa Jinên Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakeke demokrat û azad ve” bi beş darbûna 70 delegeyan destpê kiribû, bi dawî bû.
Yekemîn konferansa Jinên Ciwanên Başûrê Kurdistanê ya bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakeke demokrat û azad ve” bi beş darbûna 70 delegeyan destpê kiribû, bi dawî bû.
Li Silêmaniyê îro 1’emîn Konferansa Jinên Ciwan a Başûrê Kurdistanê, li Salona CDO bi dirûşmeya “Bi rêxistinkirina Jinên Ciwan ber bi civakeke demokrat û azad ve” bi beşdarbûna 70 delegeyên ji hemû bajarên Başûrê Kurdistanê di saet 10:00'an de destpê kir. Konferansê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurd destpê kir. Piştre ji aliyê delegeyan ve dîwanek ji 5 kesan ji bo rêvebirina konferansê hat hilbijartin. Piştî nirxandin û biryaran, konferans bi dawî bû.
Di konferansê de peyamên Jinên Ciwanên Bakurê Kurdistanê, RJAK'ê, Koordîsyana Giştî ya Komelên Jinên Ciwan, Komela Jinên Ciwan a Mexmûr, Komîteya Şehîdên PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê hatin xwendin. Sînevîzyona têkîldarî çalakiyên Komeleyên Jinên Ciwan hat nîşandan.
Her wiha nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên der bare azadî û têkoşîna jinan weke peyamekê hat xwedin.
Her wiha di salona konferansê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û Jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Sêvê Demîr, Viyan Soran, Destîna Qendîl ên di rêya têkoşîna azadiya gelê Kurd de jiyana xwe ji dest dane hat xemilandin. Her wiha pankartên “Li hember her cureyên êrîş û tundiyên li ser jinan têkoşîna azadiya jinan pêş dixin û di rêya şehîd Ronas û şehîd Bermal de têkoşînê dikin û berxwedana Bakur silav dikin” hatin daliqandin.
Hevseroka Giştî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Şîlan Şakir di konferansê de axivî û diyar kir ku di dîroka Başûrê Kurdistanê de cara yekem e konferansek wiha ji bo jinên ciwan tê lidarxistin.
'EV KONFERANS DESTÊKA ŞOREŞA BAŞÛR E’
Şîlan wiha got: “Ev konferans ji bo jinên Başûr re weke şoreşekê ye, heya niha li Başûr gelek rêxistin ji bo jinan pêk hatine, lê heya niha bi nave jinên ciwan li Başûrê Kurdistanê konferanseke wiha nehatiye lidarxistin, ev yek jî bi saya felsefeya Rêber Apo pêk hat. Li Başûrê Kurdistanê heya niha siyaseteke bê jin hatiye meşandin, bi taybet li Iraqê tevahî rê nedane jin beşdarî siyasetê bibin. Ji ber vê yekê lidarxistina konferansek wiha ji bo jinên ciwan û jinên Başûr guhertineke nû û şoreşî ye. Baweriya me heye eger jinên ciwan xwe bi rêxistin bikin wê bikarin siyaseta dîktatoriya li Başûr biguherin."
Jinên Ciwan di konfensê de biryar dan ku ji niha û pê de bi navê "Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşerên Kurdistanê" bi kurtasî "Jinên Ciwanên Têkoşer' xwe bi rêxistin bikin.
Ji bo rêveberiya Giştî ya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ên ji bajarên cuda hatin, 7 kes hatin hilbijartin, wê ev deste weke koordînasyon kar bike.
Jinên Ciwan di konferansê de biryar dan ku li hemberî siyaseta sîstem û zîhniyeta baviksalarî ya bêîradekirinê têkoşînê bilind bikin. Her wiha ji bo maf û wekheviyê asta têkoşînê xurt bikin û xwe li serasta Iraq û Başûr bi rêxistin bikin. Ji gundan bigire heya bajaran meclîsên jinên ciwan ava bikin û di asta akademiyan de perwerdeya jinên ciwan ji xwe re kirin armanc.
Di biryarên hatine girtin de tê gotin ku wê li hemberî sîstema sermeyedarî jinên ciwan têkoşîna xwe bikin. Her wiha Jinên Ciwan paradigm sosyalîzma demokratîk, civakeke exlaqî û politîk ji xwe re bingeh digire. Li dijî dagirkeriyê wê berxwedanê bike.Wê ji bo civakeke exleqî, polîtîk bi hemû cure tevkujiyên çandî, siyasî û aborî re têkoşînê bike û wiha dewam dike:
"Heya rakirina esareta fizikî a RêberApo weke jinên ciwan, bi awayek aktîv her cure çalakiyan pêşdixe.
Li dijî hemû êrîşên li hemmberî her çar parçê Kurdistan û hebûna kurd re pêş dikeve re têkoşinkirinê ji xwe berpirsiyar dibîne."
Jinên Ciwan biryar da ku ala wan li ser zemînekî mor du gulên genim, şeklê jinekê û stêrkekî sor li ser, bê çêkirin.
‘JINÊN CIWAN PÊŞENGE ŞOREŞA BAŞÛR IN’
Endama Komîteya Amedekar a Konferansê û Endama Desteya Rêxistina Jinên Ciwanên Têkoşer ên Kurdistanê Mujda Alî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rola jinên ciwan û got: “Jinên ciwan pêşengê şoreşa demokratik û azad a Başûrê Kurdistanê ne.”
Her wiha Mujde Alî der bare xebatên Jinên Ciwanên Têkoşer ên dema pêş de jî ev agahî dan: “Di dîroka Başûrê Kurdistanê de cara yekê ye konferanseke bi vî şêweyî tê lidarxistin. Beriya her tiştî ev destpêk hêzek mezin dide mirov. Me di vê konferansa xwe de gelek biryar girtin û plansaziyek gelek dewlemend da pêşiya xwe. Em ê weke jinên ciwanên Başûr bi hemû hêza xwe ji bo mezinkirin û berfirehkirina xebatan kar bikin. Divê li Başûrê Kurdistanê em bigihêjin hemû jinên ciwan. Ji ber ku li herêma me çîna herî zêde di bin zexta zilam û civakê de dimîne jinên ciwan in. Li ser vî esasî gelek nîqaş hatin kirin û bi nêrînên cuda cuda çarçoveyek hat diyarkirin. Ez bang li hemû jinên ciwanên Başûrê Kurdistanê dikim ku destê xwe bidin hev û di bin bane vê xebata pîroz de li hev kom bibin, ku em bikarin civaka xwe biguherin û pêşengtiya şoreşa azadî û demokrasiyê bikin.”