Yekemîn Agirê Newrozê li Amedê geş bû

Li Amedê ku xwe ji Newroza dîrokî re amade dike, yekemîn Agirê Newrozê li navçeya Yenişehirê geş bû. Gelê li dora agir kom bû, serhildanên gel silav kir.

 Li Amedê ku xwe ji Newroza dîrokî re amade dike, yekemîn Agirê Newrozê li navçeya Yenişehirê geş bû. Gelê li dora agir kom bû, serhildanên gel silav kir. 

Li Amedê beriya Newroza dîrokî ya bi silogana "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin", welatiyên Şilbê yekem Agirê Newrozê li taxa Şilbê ya Yenişehirê bi coşek mezin pêxist. Bi sedan welatî li Meclîsa Gel a Şilbe sinevîzyona ku berxwedana Cizîr, Sûr, Hezex û Gevere vedibêje temaşe kirin. Sînevîzyon rastî eleqeyek mezin hat. Komê bê navber siloganên "Biji berxwedana Sûrê" berz kirin. Welatiyan piştî li sînevizyonê temaşe kir, li pêş Meclîsa Gel kom bûn û siloganên "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin" berz kirin. Welatiyên li dora agir kom bûn, Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de fîşeken hewayî hatin avêtin û siloganên "Her der Amed her der berxwedan" hatin berzkirin. Pişti demekê polîs hatin cihê pîrozbahiyê û bi bombeyên gazê êrîş kirin. Li gel êrîşên polîsan heta demek direj welatiyan agirê Newrozê geş kir û Newroz pîroz kir. 

Li aliyê din gel li Toplu Konutan jî Newroz pîroz kir.