Yek ji pêkanînên darbeyê: Weşana ji Teroyan hat astengkirin

Dewleta Tirk ji bo berxwedana li Teroyan bişikîne, herî li her rê û rêbazê didin. Walîtiya Tirk a pêşî li mirovên ji bo piştgiriyê hatin bajêr girt, di heman demê de dest li weşana TV 10 werda.

Dewleta Tirk ji bo berxwedana li Teroyan a Mereşê bişikîne, herî li her rê û rêbazê didin. Walîtiya Tirk a pêşî li mirovên ji bo piştgiriyê hatin bajêr girt, di heman demê de dest li weşana TV 10 werda.

Serokê Giştî yê Komeleyên Çanda Elewiyan Dogan Demîr got, "Me xwest li hemberî kampa li Teroyan tê çêkirin, çalakiyekê lidar bixin. Me dît ku her devera Mereşê hatiye dorpêçkirin. Hemû rê nihat hatine birîn, wesayîtên şexsî yên mirovan tên şopandin. Yek bi yek tên kontrolkirin, nasname tên kontrolkirin." Demîr da xuyakirin, ku wan hewl dane xwe bigihînin walî, midûrê emniyetê û serokwezaretiyê, lê belê bersiv ji telefona wan re nehatiye dayîn û diyar kir, ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

WEŞAN BIRÎN

Rayedarên leşkerî jî bi rêya telefonê li Demîr geriyan û xwestin weşana xebatkarên TV 10 a li pêşiya Mala Cem a Narli bê birîn û gotin, weşan hatiye qedexekirin. Demîr jî dan xuyakirin, ku ew ê li hemberî vê biryarê derkevin.

Polîs û leşkerên dor li herêmê girtin, dest li weşana TV 10 werdan.

PARLAMENTERÊN HDP'Ê JI BO PIŞTGIRIYÊ HATIN

Parlamenterên HDP'ê Muslum Dogan û Mahmût Togrûl hatin Mala Cem a Narli û destek dan berxwedanê.

Tê gotin, dibe ku di her kêliyê de li herêmê êrîşek rû bide.