'Ya ku li Sûrê winda bû zarokatiya min e'
Derhênerê hunerê yê Şanoya Hunerê ya Şaredariya Sûrê Mehmet Saît Alpaslan diyar kir, li Sûrê di bin dorpêçiya dewletê de ne tenê mirovahî, çand û huner têk çûye, zarokatiya wî jî winda bûye.
Derhênerê hunerê yê Şanoya Hunerê ya Şaredariya Sûrê Mehmet Saît Alpaslan diyar kir, li Sûrê di bin dorpêçiya dewletê de ne tenê mirovahî, çand û huner têk çûye, zarokatiya wî jî winda bûye.
Derhênerê hunerê yê Şanoya Hunerê ya Şaredariya Sûrê Mehmet Saît Alpaslan diyar kir, li Sûrê di bin dorpêçiya dewletê de ne tenê mirovahî, çand û huner têk çûye, zarokatiya wî jî winda bûye. Alpaslan ê li taxa Hasirli ya sê meh in qedexe ye ji dayik bû û mezin bûye, dîmenê roja îro yê taxê şiband Polonyaya 1945'an. Alpaslan got, "Bi dîtin û bersivdayîna li mafên demokratîk ên mirovan re ev pirsgirêk dikarîbû bi awayekî gelekî cuda bihata çareserkirin" û anî ziman, bi wehşeta li Sûrê hat kirin re zarokatî, bîranîn, ciwantî, evîndarî, helbest û dilşadiya wan hatiye dizîn.
Hunermend, tercûman û helbestvan Mehmet Saît Alpaslan ji sala 2005'an û vir ve li Şanoya Hunerê ya Şaredariya Sûrê derhêneriya hunerê dike. Alpaslan ê di nava 10 salan de nifşên nû ji bo şanogeriyê amade kir û 500 ciwan derxist ser dikê, da xuyakirin ku ev karê wan ne tenê li navenda navçeyê hat meşandin, di heman demê de li gundan ew qursên şano ji bo zarok û ciwanan didin. Alpaslan diyar kir, li navenda wan a hunerê ya li taxa Dabanoglû ji nîşandana sînema heta şahiyên Remezanê, ji şanoya nava kolanan heta dengbêjiyê wan gelek çalakiyên hunerê lidar dixistin, lê belê bi dorpêçiya dewletê re hemû keda wan ji holê hatine rakirin. Alpaslan got, "Ev sê meh in, bicihanîna karê hunerê li aliyekî, em nikarin biçin cihên xwe yên karê hunerê."
'DEMA LI SÛRÊ DINÊRIM POLONYA 1945'AN TÊ BÎRA MIN'
Alpaslan ragihand, ew li taxa Hasirli ya Sûrê ji dayik bûye, mezin bûye û diyar kir, dewam ew wêneyê niha yê taxa Hasirli dibîne, dîmenên Polonya 1945'an ê di fîlmê 'Piyanîst' de hatin nîşandan, tê bîra wî. Alpaslan got, "Bi wehşeta li Sûrê re zarokatiya me, bîranînên me, ciwantiya me, evînên me, helbestên me, dilşadiya me dizîn" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hewce nebû dîrokek ji 5 hezar salan bihata tinekirin. Bi dîtin û bersivdayîna li maf û daxwazên demokratîk ên mirovan re ev pirsgirêk dikarîbû bi awayekî cuda bihata çareserkirin. Diviyabû zordarî ewçend bandor li jiyana mirovan nekiribûya. Ji xwe di vê hefteya dawî de dengê teqîn û şerê dijwar tê, xew nakeve çavên me. Zarok di nava travmayeke mezin de hewl didin bijîn. Li jêrzemînên malan mirov niha hewl didin bijîn. Zilmek bi vî rengî ancax ji hêzên dagirker bê. Wê demê, ev nasname çima bi me re ye? Biratî, wekhevî li ku ma? Nêzîkatiyek ewçend tirsnak û barbarî nîşan didin, ku cihê vê yekê di ti pirtûk û qanûnan de nîne."
'HUNERMEND DI VÊ DEMÊ DE BI BERPIRSYARIYA XWE RANEBÛN'
Alpaslan bibîr xist, ku bêyî ragihandina rewşa awarte, qedexekirina derketina derve li navçeyekê, li dijî destûra bingehîn e, lê belê platforma navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên global li pêşberî komkujiya li Kurdan tê kirin, bêdeng e. Alpaslan bal kişand ser bêdengiya hunermendên li Tirkiyeyê û got, "Herî zêde 40-50 hunermendên dikarin navên wan bên bilêvkirin, hene. Ji bilî wan mixabin ti hinermendan nerazîbûnek nîşan nedan. Ne hurmet ji maf re tê nîşandan, ne jî nerazîbûn ji talankirina maf re tê nîşandan."