Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Şirnexê çalakî li dar xistin
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrgê û Şirnexê aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û hati qetilkirin pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrgê û Şirnexê aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û hati qetilkirin pirsîn.
Xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrgê û Şirnexê aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û hati qetilkirin pirsîn. Di çalakiya Geverê de Zahîr Vardar çîroka bavê xwe yê di sala 1993'an de hat qetilkirin vegot û anî ziman ku piştî li herêma Oremar di navbera PKK'iyan û leşkeran de pevçûn derket welatiyan navenda navçeyê vala kirin û esnafan dikan girtin û wiha got: "Leşkeran rasterast tax gulebaran kirin. Welatiyan navçe berda û çûn gundan. Em jî li malê rûdiniştin. Bavê min derket derve û di wê demê de dengê çekan gelek dihat. Piştre 3 leşkeran bavê min gulebaran kirin.
COLEMÊRG
Xizmên windayan û ÎHD'ê li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî bi heman armancê li Kolanan Hunerê hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hatin hilgirtin. Parlementerê HDP'ê Abdullah Zeydan, xebatkarên çapemeniyê û nûnerên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de çîroka Abdulkerî Vardar ê ku di 15'ê tebaxa 1993'an de li taxa Esentepe ji aliyê leşkeran ve hat qetilkirin hat vegotin.
'LEŞKERAN BAVÊ MIN GULEBARAN KIRIN'
Piştî rêzgirtinê Xebatkarê Azadiya Welat Zahîr Vardar çîroka bavê xwe wiha vegot: "Leşkeran li herêma Oremar di pevçûnê de 3 gerîla şehîd kiribûn. Pişt re li navçeyê dikan hatin girtin. Pişt re leşkeran raste rast tax gulebaran kirin û gel navenda navçeyê vala kir û çûn gundan. Em jî wê demê li malê rûdiniştin. Bavê min derket derve. Dengê çekan ji her derê dihat. Pişt re 3 leşkerên li wir bavê min gulebaran kirin."
Vardar anî ziman ku bavê wî li ber çavê wî jiyana xwe ji dest da û wiha axivî: "Me cenazeyê xwe anîn Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê. Doktor rapor neda me. Me jî cenazeyê bavê xwe bir û li gundê Şakîtan defin kir." Vardar da znaîn ku wan li Serdozgeriya Komarê ya Geverê serlêdana sûc kirin û wiha pê de çû: "Dozgeriyê qebûl nekir lêpirsîn bê vekirin û heya niha jî tu doz nehatin vekirin. Em dê têkoşîna xwe bidomînin."
Dayika Veysel Îşbîlîr ê ku di 6'ê kanuna 2013'an de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin Gozel Îşbîlîr jî wiha got: "Kezeba me şewitî em naxwazin kezeba kesekî din bişewite. Em naxwazin tu kes bimire."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûnşitinê pêk hat.
AMED
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe hefteya 341'an li Parqa Koşuyolu li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin û qetilkirin hatin hilgirtin. Di çalakiyê de aqubeta Haci Sancak ê ku di 3'yê cotmeha 1993'an de li taxa Nur a Cizîrê hat binçavkirin û pişt re hat qetilkirin hat vegotin. Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî diyar kir ku ji ber polîtîkayên hikûmeta AKP'ê ya demî li herêmê şer pêk tê û winda çêdibin.
Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê Abdullah Zeytun çîroka Haci Sancak li ser daxwaznameya hevsera wî Halîme Sancak daye Dozgerê Cizîrê vegot. Di daxwaznemaya Sancak de wiha tê gotin: "Li ber malê du panzer disekînîn hevserê min birin. Dema hevserê min birin keça min ji wan re got 'Hûnê bavê min ku ve bibin?' Leşkeran jî got 'bavê te terorîst e' û bi qontaxên çekan li keça min dan. Piştî hevserê min birin Tiyê min Halît got hevserê min li Fermandariya Tugaya Şirnexê ye.Rojek şunda Osman Demîr li me geriya got werin cenazeyê xwe bigirin. Tiyê min cenazeyê hevserê min wergirt û îşkenceyekî gelek dijwar li hevserê min kiribûn."
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştê pêk hat.
ÊLIH
Li Êlihê jî bi hema armancê li Kolana Gulîstanê çalakî pêk hat. Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran û gelek xizmên windayan tevlî çalakiyê bûn. Başaran di çalakiyê de axivî û got ew weke xizmê windayan tevlî çalakiyê bûye û wiha got: "Ez ji bo careke din şer bandoreke çawa pêk tîne bînim ziman li vir im. 40 salin şer heye. Di vî şerî de gelek partî hatin ser kar û gotin ew dê xilas bikin lê ew bi xwe xilas bûn. Min di vî şerî de 22 sal berê bavê xwe winda kir."
Piştre li ser navê ÎHD'ê Mesut Aydin daxuyanî xwend û got li ser axa Kurdistanê hê jî mirovan dikujin û wiha got: "Sivîl, leşker, polîs û gerîla yên dimirin ji me ne. Zarokên vî gelî û vê erdnîgariyê ne."
ŞIRNEX
Dayikên Şemiyê li Cizîrê di çalakiya xwe ya 348’min de Aqubeta Elî Karagoz ê sala 1993'an ji aliyê leşker û cerdevanan ve hat qetilkirin pirsîn û xwestin ku ev 40 sale xwîna ku diherike bisekine.
Dayikên Şemiyê her hefte bi armanca berpirsê windayên xwe bipirsin tên cem hev û çalakî li dar dixin. Dayikên Şemiyê li Cizîrê çalakiya xwe ya 348’emîn pêk anîn. Hevserokên DBP û HDP, rêvebirên MEYA-DER, TUHAD-FED, KURDÎ-DER’ê jî ji bo piştgirêyê tevlî çalakiya dayikan a li kolana Hûnerê bûn. Dayikên Şemiyê pankartê albûma windayan vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin û hatin qetilkirin hilgirtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya hefteya 348’emîn de aqubeta Elî Karagoz ê di sala 1993’yan de ji aliyê leşker û cerdavan Kamîl Atak ve hat binçavkirin û piştre hat windakirin pirsîn. Çîroka Alî Karagoz ji aliyê nûnerê ÎHD’ê Abdullkerim Pusat ve hat vegotin.
'HERIN MALA XWE YAN EM Ê WE JÎ BIKUJIN'
Abdulkerîm diyar kir ku rojek serê sibê diavêjin ser maka Elî û wî binçav dikin dema hevsera Elî bi armanca ku rewşa Elî hîn bike diçe serî li dozgeriyê dide dozger jêre dibêje, “Hûn bûn bela serê min herin mala xwe” Abdulkerîm da zanin dema carake din Eyşe ji bo rewşa hevserê xwe diçe dibîne ku daxwaznameya ku daye dozger ji holê winda dibe. Abdulkerîm anî ziman ku Eyşe çend caran çûye cem Kamîl Atak da ku rewşe hevserê xwe hîn bike lê Kamîl Atak jê re gotiye “Here mal yan ezê te jî bikujim.”
Abdulkerîm diyar kir ku di vî şerê 40 salî de bi hezaran kes hatine kuştin û ji bo wan canek bi wate ye û wiha got: "Kesekî ku ji bo canek xemgîn nebe ji bo hezar canî jî xemgin nabe. Di vî şerê qirêj de evqas kes hatin kuştin niha daxwaze me ev e ku ev xwina diherike demildest bisekine.” Abdulkerim bi lêv kir ku her roj cenaze tên û li her devara Tirkiyê dilê dayika dişewite û wiha dewam kir: "Hemû dinyayê fêm kir ku şer ne çare ye. Ev çil sale 40 hezar mirov mirin ma ne bese. Parlamentoya Tirkiyê berpirsê vê xwînê ye.”
Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê pêk hat.