Xizmên Windayan: Dewlet li şûna hevrû bê, fihêl dike

Yên xizmên wan ji aliyê dewleta Tirk hatin qetilkirin, li Amed, Elih û Îzmîrê hesabpirsîna xwe domandin. Di çalakiyan de hate destnîşankirin ku kujer ji aliyê dewletê tên fihêlkirin.

Xizmên windayan û ÎHD li Amed, Êlih û Îzmîrê bi slogana "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" çalakî li dar xistin û aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn. Di çalakiyan de hate gotin ku Tirkiye di şerê bi israr didomîne de qirêj dibe.

AMED

Li Amedê li ber Abîdeya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu di hefteya 379'emîn de ÎHD û xizmên windayan hatin cem hev. Rêveberê ÎHD'ê yê Amedê Abdullah Zeytun diyar kir ku 379 hefte ne daxwaza edaletê dikin lê ligel vê yekê jî dewlet bi rastiya windayan re hevrû nabe. Zeytun got ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

Zeytun anî ziman ku di qatîlamên ku di çend salên dawî pêk tên de darizandin nayê kirin hemû dosya di rafan de tên hiştin û wiha got: "Jilibî raporên otopsiyê yên roja ewil û girtikan ji aliyê darazê ve tiştekî hatiye kirin tuneye. Divê dest ji van polîtîkayên ku ceza nakin berdin."

Piştre endamê Lijneya Rêveber a ÎHD'ê Hasan Yalçin axivî û çîroka windikarina Zeynel Kûrsep ê ku di 1994'an de li Êlihê ji aliyê hizbulkonra ve hate revandin û piştre jê agahî nehat girtin parve kir. Yalçin wiha got: "Zeynel Kûrsep di 24'ê adara 1994'an de dema ji Nexweşxaneya DEwletê ya Êlihê derket ji aliyê du kesan ve bi zorê ew li wesayîtekî siwar kirin û piştre jî hate hînbûn ku ji aliyê hîzbulkontrayê ve hatiye revandin. Li cem Parka Ataturkê li mala ku aydî Samî Karadenîz e 6 rojan hate rawestandin. Pistre birin ciheke din. Dema ku birin wê derê welatiyê bi navê Fahrettîn Tan jî 3 meh bû li wir dihat girtin. Bi hatine Zeynel Kûrsep ve nêzî salake li vir man. Demeke dirêj hatin girtin û piştre jî birin cihekî bin mala Azîz Onluk ê li gundê Zorava ya Êlihê. Fahrettîn Tan piştî mehek li vir derbas bû bi pere hate berdan. Dema ku ew hate berdan li vê derê Zeynel Kûrsep, Mahmut Demîrer, Îsmaîl Ayaga û Rasul Saçan jî hebûn. Ev der di 1998'an de derket holê. Lê ji Zeynel Kûrsep ji wî rojê heta niha agahî tuneye."

Piştî axaftinan çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hate lidarxistin.

ÊLIH

ÎHD û xizmên windayan li cadeya Gulîstanê hatin cem hev û aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Serokê ÎHD'ê yê Êlihê Mehmet Bagatir bal kişand li ser Hefteya Windayan a Navneteweyî û wiha got: "Hefizeya ma me dibe Hasan Ocak ê li Tirkiyeyê bûye sembola kesên hatine windakirin." Bagatin got ku Dayikên Şemiyê yekem car di 27'ê Gulana 1995'an de li dijî windahiyan li ber Lîseya Galatasarayê hatine cem hev.

Bagatir bi bîr xist ku di 1997'an de li Kolombiya-Bogota, di 1999'an de li Filipinler-Manila, di 2002'yan de li Almanya-Nurnberg, di 2006'an de li Amed û di 2010'an de jî li Îngilîstan-Londonê li dijî windakirinên di bin çavan de civînên navneteweyî hatine lidarxistin û diyar kir ku li Srî Lanka, Pakîstan, Iraq, Sûriyeyê û li gelek deverên cihanê hê jî aqûbeta mirovên muxalîf nayê zanîn. Bagatir wiha got: "Windakirina di bin çavan de polîtîkayeke qirêj a ku paşverûtiya girêdayî emperyalîzmê dide meşandin e." Bagatir bilêv kir ku li Arjar-ntîn, Şîlî û îspanyayê di encama têkoşînan de ev welat bi paşeroja xwe ve hevrû bûne lê li Tirkiyeyê jî bi israrkirina di şerê de qirêjî berdewam dike.

ÎZMÎR

ÎHD a Îzmîrê jî li ber Sumerbanka Konakê çalakî li dar xist. Di çalakiyê de çîrokên Halîl Alpsoy ê ku di 12'ê Gulana 1994'an de li ber mala xwe la Kanaryaya Stenbolê hate binçavkirin û piştî 18 rojan li Kirikkaleyê bi awayekî ku bi yek guleyî hatiye kuştin hate dîtin û Kasîm Alpsoy ê di 18'ê Gulana 1994'an de dîsa li ber mala xwe hate binçavkirin û piştre jê agahî nehat girtin hate parvekirin.

Piştî daxuyaniyê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê hate lidarxsitin.