Xizmên winda: Hûrşît Kulter li ku ye?

Li Amed û Elihê xizmên kesên hatine windakirin, lêgerîna xwe ya li dadmendiyê domandin. Di çalakiyan de li dijî darbeyê helwest hate nîşandan û li aqûbeta Hûrşît Kulter hate pirsîn.

Çalakiya Şûbeya Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û ya xizmên windayan vê heftê jî dewam kir. Çalakiya hefteya 388. li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê pêk hat. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin û nûnerê gelek saziyan û parezvanên mafê mirovan tevlî çalakiyê bûn. Endamê Komîsyona Nebedîbûyiyan a ÎHD’ê Adnan Orhan diyar kir, her hefte ew heman tiştî diyar dikin û got, "Kiryarên înfazan û windakirinan qet nayên dîtin û nayên darizandin. Em her heftê li vê derê ne. Heya ku kiryar werin dîtin em ê li vir bin."

Orhan têkildarî helkefta darbeyê ya duh jî got, ew bi erênî li destwerdanên dijdemokratîk nanêrin. Orhan diyar kir, duh polîs û leşker hatine pêşberî hev û got, "Rewşeke wiha nayê pejirandin. Heya dawiyê divê hurmet were nîşandan ji bo vîna ku gel diyar kiriye."

Di çalakiyê de li aqûbeta Ahmet Tekîn hate pirsîn. Ahmet Tekîn sala 1994’an dema ku ji Amedê ber bi Licê ve diçû leşkerê ku kontrola rê dikirin got, "hûn biçin Ahmet mêvanê me ye" û ew hate binçavkirin. Piştî binçavkirinê êdî nema pêjn jê hat.

ÊLIH

Rêveberê ÎHD’ê Îlyas Tarim, di çalakiya li ber Bîranîna Mafê Mirovan a Kolana Gulîstanê de got, "Mexdûrên darbeya salên 80’yî ev 30 sal in  vê têkoşînê didin. Beriya ku mexdûrbûna darbeya salên 80’yî were çareserkirn şevê din hewldaneke darbeyê çêbû. Leşkeran mudaxeleyî siyaseta demokratîk kirin. Em weke ÎHD’ê ku li dijî darbeyan têkoşîn dane vê hewldana darbeyê şermezar dikin."