Xaçerêya Sebi Behrat ji çeteyan hat paqijkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, xaçerêya Sebi Behrat ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, xaçerêya Sebi Behrat ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Li navenda bajarê Minbicê, ku ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatiye dorpêçkirin, ji duh êvarê heta danê vê sibehê şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de qewimî.
Di encama vî şerî de, danê sibehê saet di 08:00 de xaçerêya Sebi Behrat ji çeteyan hat paqijkirin.
Li herêmê karê lêgerîn û paqijkirinê hat destpêkirin.