Xabûr ê hat gotin 'Vebû' ye, naxebite!

Ji Deriyê Sînorê ê Xabûrê yê di 14'ê Kanûnê de hat girtin, rojane herî zêde 100 wesayît dikarin derbas bibin. Lewma rêza ji TIR'an li her du aliyên deriyê sînor her dirêj dibe.

Deriyê Sînor ê Brahîm Xelîl/Xabûr ê di navbera Tirkiye û Başûrê Kurdistanê de, bi êrîşên qirkirinê re di 14'ê Kanûnê de hatibû girtin. Ji ber girtina derî, zêdeyî 10 hezar TIR, tevî bi hezaran ajokar û rêwiyan li ber deriyê sînor asê man.

Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê yê Tirk Bulent Tufenkçî beriya hefteyekê çûbû deriyê sînor û gotibû ku derî li çûn û hatinê hatiye vekirin. Ji deriyê sînor ê tê gotin 'vebû' ye, rojane herî zêde sed wesayît dikarin derbas bibin. Bi hatina wesayîtên nû re rêza ji TIR'an her dirêj dibe.