Wezareta Karên Hundir hevşaredarên Silopiyayê ji peywirê dûrxistin

Hevşaredarên Silopiyayê Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, endamê meclîsa şaredariyê Mehmet Ekren bi biryara Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin.

Hevşaredarên Silopiyayê Emîne Esmer û Seyfettîn Aydemîr, endamê meclîsa şaredariyê Mehmet Ekren bi biryara Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin.

Hevşaredara Silopiyayê Emîne Esmer di 4’ê Adarê de bi îdîaya “Endamê rêxistinê ye”, “Peywira xwe bi xirabî bi kar aniyê”, “Xebatên rêxistinî kiriye” û “Malê gelemperî di çalakiyên rêxistinê de bi kar aniye” hatibû girtin.

Hevşaredarê Silopiyayê Seyfettîn Aydemîr da zanîn ku wê ji bo biryarê îtirazê bikin.