Wesayîtên bombebarkirî yên êrîş kirin hatin îmhakirin
2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAÎŞ’ê beriya bigihêjin hedefa xwe ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin îmhakirin.
2 wesayîtên bombebarkirî yên çeteyên DAÎŞ’ê beriya bigihêjin hedefa xwe ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hatin îmhakirin.
Çeteyên DAÎŞ’ê îşev saet nêzî 20.25’an bi 2 wesayîtên bombebarkirî ve berê xwe dan çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê.
Her du hewldanên êrîşê yên ku çeperên li derdora Nexweşxaneya Watanî kiribûn hedef jî hatin pûçkirin. Şervanên ku wesayîtên bombebarkirî ferq kirin, nehiştin wesayît bigihêjin hedefên xwe, dan ber guleyan û îmha kirin.
Piştî hewldana êrîşa bi wesayîtên bombebarkirî, li herêmê şer destpê kir.