Li navçeya Şirnex Silopiyayê di 5'ê Çileyê de nûçegihanê DÎHA'yê Nedîm Orûç bi welatiyên li taxa Şehîd Harûn ên bi zorê ji taxê hate derxistin re birin Salona Sporê ya Yenîşehîrê, li wir jî hate derbkirin û ji erdê hate kaşkirin, bi wesayîta zirxî hate revandin, di dadgehê de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" kiriye hat girtin.
Orûç ê ku ji ber nûçe û dîmenên nûçeyan hate girtin îşkenceya lê hatiye kirin ji wêneyê wî tê dîtin. Di wêneyê de şopên derb û îşkenceyê di bin çav û rûyê Orûç de bi awayekî zelal tê dîtin.
Rapora derbkirinê ya di bin çavan de hatibû girtin û parêzer Erdal Konûr jî dema îfadeya dozgeriyê de îşkence derbasî girtekan kiribû.
Ji bo polîsên îşkence li Orûç kirine bên dîtin û cezakirin, parêzerên DÎHA wê gilî bikin.