Wekîlên HDP'yî ji Cizîrê hatin derxistin
Parlamenterên HDP'ê û malbata Karaman ên ji bo rakirina birîndarên li taxa Cûdî û cenazeyê xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman hewl didin bikevin nava taxê, rastî astengiya hezên dewletê hatin.
Parlamenterên HDP'ê û malbata Karaman ên ji bo rakirina birîndarên li taxa Cûdî û cenazeyê xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman hewl didin bikevin nava taxê, rastî astengiya hezên dewletê hatin.
Parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk û Tûba Hezer, ketin nava navçeya Cizîrê, ku terora dewletê lê dewam dike.
Ji bo rakirina birîndaran û cenazeyê xwendekarê zanîngehê Cîhan Karaman, parlamenter û malbata Karaman berê xwe dan taxa Cûdî. Lê belê li ser Pira Cizîrê, hêzên dewleta Tirk pêşî li wan girtin.
Tevî hemû hewldanên Parlamenteran û malbata Karaman, hêzên dewleta Tirk nehiştin wekîl û malbat derbas bibe û di ser re di maşîna zirxî de 'mehter marşi' lê dan û tacîz kirin.
Wekîlên HDP'yî û malbat, piştre ji aliyê polîs û leşkerên Tirk ve bi zorê ji navçeyê hatin derxistin.
Heyeta ku ji Cizîrê hatin derxistin li bajarokê Qasrîkê radiweste.