Li ser lêpirsîna Haci Lokman Bîrlîk ê ku li Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve bi birîndarî hat qetilkirin û piştre li pişt wesayîta zirxî bi erdê re hat kaşkirin 6 meh derbas bûn. Lê hînê îfadeya 6 polîsên tîmên taybet ên li hundirê wê wesayîtê nehatiye girtin.
Li ser lêpirsîna têkildarî hovîtiya li Haci Lokman Bîrlîk hat kirin, ku di 3'ê Cotmeha 2015'an de li taxa Dîcle ya Şirnexê ji aliyê tîmên taybet ve bi birîndarî hat înfazkirin û piştre jî bi wesayîta zirxî bi erdê re hat kaşkirin, 6 meh derbas bûn. Lê hînê ti gav di vê mijarê de nehatiye avêtin. Di nivîsa bersivê ya Miduriyeta Emniyetê ya Şirnexê ji Serdozgeriya Şirnexê de tê gotin ku di 12’ê Cotmehê de ji 6 polîsên di wesayita zirxî de A.G û Î.A.A ji wezîreyê hatine dûrxistin.
Derveyî lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Şirnexê ve hatiye destpêkirin, Midûriyeta Giştî ya Emnîyetê jî lêpirsîn dabû destpêkirin. Lê tevî her du lêpirsînan jî 6 tîmên taybet ên di wesayîta zirxî de bûn, hînê îfade nedane. Her wiha 6 meh li ser înfazê re derbas bûye û dîmenên wesayîta zirxî bi hinceta 'wesayît li navçeya Elkê ye' ji Serdozgeriya Şirnexê re ne hatiye şandin.
Di înfaza Bîrlîk de axaftinên bi rêya bêtêlê hatin kirin, ku pêkanîna înfazê bi awayekî vekirî eşkere dike yên bi kodên 2036, 2166, 2262, 2263, 2110 û 2412 jî nehat tespîtkirin bê yê kîjan polîsan e.
Hewldanên parêzerên malbata Bîrlîk yê ji bo pêşdebirina lêpirsînê bê encam dimîne. Serlêdanên parêzeran ên li ser zelalkirina axaftinên bêtêlê, bi gotinên 'Wê şevê her tişt tevlî hev bû, nayê zanîn ku axaftinên bêtêlê yê kê ye' û 'Dibe ku bêtêl ji aliyê kesên cuda ve hatibe kar anîn' bê bersiv dimînin.
Parêzeran her wiha xwestin rapora Muşawîriya Hiqûqê ya Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ya li ser dûrxistina 2 polîsan ji wezîfeyê tevlî dosya lêpirsînê were kirin, lê ev serlêdan jî hînê nehatiye bersivandin.