Wan ji ber Davûtoglû hatiye dorpêçkirin
Ji ber ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû îro tê Wanê, bajar ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Ji ber ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû îro tê Wanê, bajar ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hatiye dorpêçkirin.
Beriya hatina Serokwezîrê Tirk Davûtoglû, bajarê Wanê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Ev hefteyeke ketin û derketina bajêr, bi tundî tê kontrolkirin. Îro jî li hemû kolanan panzer û polîs hatin bicihkirin. Her wiha li qadên bilind ên li ser rêya Davûtoglû jê derbas bibe, sekvan hatine bicihkirin. Kolana Cûmhûriyetê bi temamî hatiye dorpêçkirin.
Tê payîn ku Davûtoglû piştî çûyîna avahiya AKP'ê ya bajêr, vekirina nexweşxaneyekê bike.