Walîtîya Rihayê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir

Walitiya Rihayê Newroz û hemû pîrozbahiyên ku di navbera 17 û 20'ê Adarê de li Rihayê û navçeyên Rihayê pêk bên, li welatiyan qedexe kir.

Walitiya Rihayê Newroz û hemû pîrozbahiyên ku di navbera 17 û 20'ê Adarê de li Rihayê û navçeyên Rihayê pêk bên, li welatiyan qedexe kir. 

Walîtiya Rihayê têkildarî pîrozbahiyên di navbera 17-18-19-20'ê Adarê de li Rihayê pêk bên bi daxuyaniyekê diyar kir ku li navend û navçeyên Rihayê meş, daxuyanî, mîtîng, vekirina kon û standên bên vekirin hemû pîrozbahî qedexe ne. Hatiye plankirin ku Newroz li Serêkaniyê û Xalfetiyê di 17'ê Adarê de, li Pirsûs, Hewag û Bîrecûkê di 18'ê Adarê de, li Rihayê di 19'ê Adarê de, li Wêranşar û Curnê Reş di 20'ê Adarê de bê pîrozkirin.