Walîtiya Colemêrgê Newroz qedexe kir
Walîtiya Colemêrgê ku li Geverê terora dewletê xiste meriyetê niha jî li navenda bajêr û hemû navçeyan pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir.
Walîtiya Colemêrgê ku li Geverê terora dewletê xiste meriyetê niha jî li navenda bajêr û hemû navçeyan pîrozbahiyên Newrozê qedexe kir.
Walîtiya Colemêrgê ku hemû pêkanînên rewşa awarte dixe meriyetê pîrozbahiya Newrozê jî qedexe kir. Li Colemêrgê bi mehan e ku operasyonên leşkerî didome, bi dehan herêm weke "herêma ewlehiya taybet" hate îlankirin û herî dawî li Geverê rewşa awarte hate îlankirin, niha jî walîtî li navenda bajêr û hemû navçeyan pîrozbahiya Newroze û hemû çalakiyan heta fermaneke nû qedexe kir.