Tûncel: Erdogan dixwaze li Kurdistanê Kembereke AKP’î pêk bîne
Tûncel a ku li Wanê beşdarî vekirin û aktivîteyan bû, got AKP bi avakirina avahiyên TOKÎ yên li Kurdistanê dixwaze Sûriyeyiyan bi cih bike û mîna li Sûriyeyê Hafiz Esad pêk anîbû, plan dike ku Kembereke AKP’î pêk bîne.
ANF
WAN
sêşem, 12 tîrmehê 2016, 16:27
Li navçeya Seraya Wanê Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel, Parlamenterê Wanê yê HDP'ê Adem Geverî, rêveberên HDP û DBP'ê beşdarî vekirina kargeh, salona dawet û civînan ên li ser Rêya 3'yê Nîsanê hatin avakirin bûn. Di vekirinê de ku bala gelê navçeyê kişand, Hevşaredarê Serayê A.Kadîr Çalişkan axivî û got, xebatên li navçeyê her têne astengkirin.
Piştî Çalişkan Hevseroka Giştî ya DBP'ê Sebahat Tûncel axivî û got, wê AKP ji ber darbeya xwe ya siyasî teqez rojekê hesab bide. Tûncel li ser polîtîkayên şerî yê AKP'ê rawestiya û bi bîr xist ku ji sala 2013'an heta 2015'an ti mirovekî jî jiyana xwe ji dest nedaye û bal kişand ser kuştin, binçavkirin û girtinên sala 2016'an. Tûncel destnîşan kir ku modela serokatiyê ya ku wek modela Tirk didin der, derbeyê li têkiliyên di navbera gelan dixe û şer dijwartir dike û diyar kir ku kesên vî welatî bi rê ve dibin, welat ber bi bûhranekê ve hêl dikin.
Piştî axaftinan hilbêjêran dest bi vekirina navendan kirin.
Piştî bernameya li Serayê, Tûncel tevî yên li gel xwe çû Navenda Çandê ya Berîvan a li navçeya Rêya Armûşê. Tûncel di hevdîtina gel de bi bîr xist ku gel ji bo piştevaniyê bidin Şoreşa Rojava ji her derê cîhanê bi awayekî girseyî ber bi Rojava ve çûne û wiha got, "Berxwedana Kobaniyê li ber çava ye. Di pêşengiya jinê de şoreşa Rojava didome. Hikûmeta AKP'ê di ferqa vê şoreşê de ye. Di vê pêvajoyê de ji bo feraseta xwe bi awayekî topyekûn li dijî destkeftiyên Kurdan êrîş pêk anîn."
‘LI MASEYA QESRÊ BIRYARA ŞER DAN'
Tûncel bal kişand ser Mutabaqata Dolmabahçeyê û anî ziman ku dema li Îmraliyê mase hat avakirin, di heman demê de li Qesrê jî mase hat avakirin û wiha got, "Li maseya Qesrê planên wek 'em ê çawa êrîşî destkeftiyên gelê Kurd bikin' xwe dane der. Biryara şerî li ser vê maseyê hatiye dayîn. Bersiva herî mezin a ji bo vî şerî jî hilbijartinên 7'ê Hezîranê bûn."
Tûncel diyar kir ku Serokkomarê Tirk Erdogan "Serfermandariya Şer" dike û wiha got, "Li Agirî û Amedê bi provakasyonan dawî li pêvajoya aşitiyê anîn. Tiştekî ku Erdogan bide gelên Tirkiyeyê nemaye. Ji bilî AKP'ê her kes wek 'terorîst' hatiye îlankirin. Bi feraseta ewleparêziyê armanc pêk nayê û wê neyên jî."
Tûncel li dijî gotinên Serokwezîr Bînalî Yildirim ên arasteyî Şaredariya Bajarê Mezin ên wek "400 trîlyon çû kû derê" bertekên xwe dan der û wiha got, "Li Tirkiyeyê di nav şaredariyên herî deyndar de 17 şaredariyên AKP'ê hene. Li vir dixwazin şaredariyê me desteser bikin. Hîn îro bi ser mala Hevşaredarê me yê Qelqeliyê de girtin û binçav kirin."
Tûncel got "Zagona Têkoşîna Bi Terorê, bûye zagona têkoşîna bi Kurdan re" û destnîşan kir ku ev hemû êrîş didin der ku dawiya AKP'ê hatiye û wiha axivî: "Plana rûxandinê ya li Kurdistanê rûxiyaye. Me ev li kû derê dît, hemû xetên wan ê sor pûç bûn. Li Rojava di pêşengiya fermandariya jin de xeta sor tarûmar bûye. Rewşa bi Rûsya, Îsraîlê re li ber çava ye. Bes rêyeke li ber gelê Kurd heye, an azadî an azadî."
Tûncel zimanê nefretî yê ku AKP'ê di civakê de afirandiye jî destnîşan kir û wiha got, "Li Kurdistanê di qezayekê de dema mirov dimirin li ser civaka medyayî wiha tê nivîsand 'Ox xweş bû, jixwe ev mezin bibûna wê bibûna terorîst'. Yê ku ev ziman afirand AKP bi xwe ye."
Tûncel bi bîr xist ku 13'ê Tîrmehê salvegera komkujiya Zîlan e û wiha axivî: "Li vir 15 hezar Kurd hatin qetilkirin. Di 1937'an de komkujiya Dersîmê pêk hat. Di 14'ê Tîrmehê de jî li Zindana Amedê hevrêyên Mazlûm Dogan dest bi rojiya mirinê kirin. Îro jî di heman rêyê de heta dawiyê dimeşin. Çawa ku Mazlûm Dogan digot "Teslîmiyet dibe îxanetê, berxwedan dibe serkeftinê', Zindana Amedê remza vê berxwedanê ye. Îro jî ev berxwedan didome."
Piştre Tûncel tevî yên li gel xwe beşdarî vekirina Parka Înanê ya li Taxa Sixkê bûn.