Tûnç: Karaman jiyana xwe ji dest da, hewl didin me jî qetil bikin

Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç diyar kir ku li qada 10 kesên li Taxa Cûdî ji ber topa tankê li malê ket birîndar bibûn, ji saetên sibehê ve li benda ambûlansê ne ji ber êrîşên giran hejmara birîndaran derketiye 28’an.

Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç diyar kir ku li qada 10 kesên li Taxa Cûdî ji ber topa tankê li malê ket birîndar bibûn, ji saetên sibehê ve li benda ambûlansê ne ji ber êrîşên giran hejmara birîndaran derketiye 28’an û ji birîndaran Cihan Karaman jiyana xwe ji dest  daye. Tûnç destnîşan kir ku êrîş didomin, wiha banga lezgîn kir: “Divê demildest em ji vir bên derxistin. Eger em demildest neyên derxistin wê cenazeyên me derkevin.”

Li Cizîrê êrîşên qirkirinê di roja 41. de didomin. Vê sibehê li Taxa Cûdiyê topa tankekê li malekê ketibû û di encamê de 10 kesên birîndar bibûn û ji ber êrîşan jî nikaribûn bên rakirin nexweşxaneyê.  Hevserokê Meclîsa Gelê Cizîrê Mehmet Tûnç ragihand ku ji ber êrîşan hejmara birîndaran bûye 28 û Cihan Kraman ê DMME der heqê wî de biryara tedbîrê dabû jiyana xwe ji dest da.  Tûnç got hêzên dewletê bodrûma mala xwe avêtinê dike hedef. Tûnç da xuyakirin ku niha hêzên dewletê bi bombeyên gazê êrîşî qatê bodrûmê dikin, aşkera kir ku hewl didin wan derxin û qetil bikin.

Tûnç got 28 kesên birîndar bûne siyasetmedar, hunermend û rojnamevan in, ango bi temamî sivîl in, wiha dom kir: “Li vir dixwazin qetlîamek nû ya sivîlan pêk bînin. Eger demildest tiştên pêwîst neyên kirin wê cenazeyên me hemûyan ji vir bên derxistin” û banga demildest ketina nav liv û tevgerê kir.