TŞYG'ê berpirsyariya çalakiya li Gîresûnê girt ser xwe

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan da xuyakirin, ku di çalakiya 11'ê Tîrmehê ya li navçeya Derelî ya Gîresûnê de polîsek hatiye kuştin, 2 polîs jî birîndar bûne.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, milîtanên wan şeva 11'ê Tîrmehê saet di 23:00 de li pêşiya navçeya Derelî ya Gîresûnê li hemberî wesayîteke polîsan a li dewriyê digeriya çalakiyek pêk anîne.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di çalakiyê de polîsek hat kuştin, 2 polîs jî birîndar bûn. Milîtanên me her wiha li hemberî wesayîteke polîsan a ji bo destwerdanê hatibû herêmê, çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Li vir jî polîsek hat kuştin, polîsek jî birîndar bû. Ev çalakî li dijî êrîşên faşîst ên dewleta AKP'ê hatiye lidarxistin."