Topbarana li Sûrê dewam dike
Di êrîşên dewleta Tirk de, parçeyên hawanê li firoşgeheke dermanan û Mala Dengbêjan ketin.
Di êrîşên dewleta Tirk de, parçeyên hawanê li firoşgeheke dermanan û Mala Dengbêjan ketin.
Parçeyên topên hawanê yên li hemberî taxên 'qedexekirî' yên Sûrê tên bikaranîn, li qadên jiyanê yên li Îskenderpaşa û Melîk Ahmetê dikevin. Di êrîşên dewleta Tirk de, parçeyên hawanê li firoşgeheke dermanan û Mala Dengbêjan ketin.
Li navçeya Amed Sûrê ev 54 roj in dorpêçî û êrîş dewam dikin. Ji ber êrîşa bi tank û topan a hêzên dewleta Tirk, ewlehiya jiyanê ya welatiyên li taxên 'qedexekirî' nîne. Parçeyên topeke hawanê danê sibehê li maleke qatê 4. a li Kolana Buyuk Akar a taxa Îskenderpaşayê ket. Parçeyê ku dîwar qul kir û ket hundirê malê, li dolabê ket û bi şensê tiştek bi kesî nehat. Li heman kolanê di 3'ê Çileyê de dîsa topeke hawanê ya hêzên dewleta Tirk li malekê ketibû û serê jina bi navê Melek Alapydin parçe kiribû, qetil kiribû.
Li navçeya ku toparan bênavber dewam dike, parçeyek ji van topan li firoşgeheke dermanan a li Kolana Melîk Ahmet ket. Her wiha parçeyên topa hawanê li Mala Dengbêjên Amedê ya li heman kolanê ket. Bi şensê, tiştek bi kesî nehat.
Gelê Sûrê nerazîbûnê nîşanî van êrîşên dewletê yên bi topên hawanê didin, ku ti ewlehiya jiyana wan nemaye.