BI DÎMEN

Top li mala wî ket lê wî Cizîr neterikand

Haci Sekmez ê 90 salî, bû yek ji şahidên giran ê du mehan di navbera gelê Cizîrê û hêzên dewleta Tirk de qewimî. Tevî ku top li mala wî ket jî, wê bajarê xwe neterikand.

Haci Sekmez ê 90 salî, bû yek ji şahidên giran ê du mehan di navbera gelê Cizîrê û hêzên dewleta Tirk de qewimî. Tevî ku top li mala wî ket jî, wê bajarê xwe neterikand.

Haci Sekmez ê 90 salî bal kişand ser terora dewleta Tirk a li taxa Cûdî kir û anî ziman, ku ji ber kesekî wî nîne ew li mala xwe maye û mirin daye pêş çavên xwe. Extiyarê ku piştî hevsera wî jiyana xwe ji dest da bi tenê ma, komkujiya li wan hat kirin bi vî rengî vegot:

"Leşker û polîsan li ku derê didîtin zindiyek heye, bi tank û topan êrîş dikirin. Elektrîk û av li ser me birîn, lê li mala min çira hebû.

Min ava xwe ji bîra li hewşê derdixist. Bi mehan min li malê nanê tisî şil dikir û dixwar. Nikarîbûm biçim tiwaleta li hewşê. Ji her derê guleyên tankan dibariyan. Topek li mala min jî ket û bi şensê tiştek bi min nehat. Zarokên min nîne, hevsera min jî wefat kiriye, lewma bi tena serê xwe me."

Sekmez da xuyakirin, ku di roja 35'an a qedexeya derketina derve de anonsa, wê çekên kîmyewî bi kar bînin hatiye kirin, tevî vê yekê jî wî Cizîr neterikandiye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî 90 salan, ez ê çawa karibim ji vê xakê derkevim? Wan çeka kîmyewî bi kar baniya jî, ji bilî hewşa xwe ez dernediketim derve. Zindî hemû dikuştin. Niha banê xaniyê min nîne, lê ev ax a me ye. Me bikujin jî em ê xaka xwe neterikîne. Gelo Xwedê wê van tiştên bi serê me de kirine, qebûl bike? Min di emrê xwe de texmîn nedikirin, ku komkujiyeke bi vî rengî were serê me."