TJK-E - KCD, banga 9’ê Çileyê kirin
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCD-E), banga tevlîbûna meşa ku 9’ê Çileyê wê li Parîsê were lidar xistin kir.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCD-E), banga tevlîbûna meşa ku 9’ê Çileyê wê li Parîsê were lidar xistin kir.
Tevgera Jinên Kurd a Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk a Ewropa (KCD-E), banga tevlîbûna meşa ku 9’ê Çileyê wê li Parîsê were lidar xistin kir.
Bal hat kişandin ku tevî ewqas dem derbas bû û li gel bi dehan agahî-belgeyan jî bêdengbûna dewleta Fransa ya li hember înfazên dewleta Tirk ti daxuyani nehatine dayîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî qetlîamê, dengê qeydê û belgeyên girêdayî MÎT’ê derketin, tevî van jî rola dewleta Tirk di tarîtiyê de hatiye hiştin.
‘QETLÎAM BI BERXWEDAN Û RÊXISTBÛNÊ TÊ DERBASKIRIN’
“Di sala 2016’an di 9’ê Çileyê de dîsa em li Parîsê ne û hêzên qetlîamker şermezar dikin. Li hember hêzên qetlîamker bi berxwedan û têkoşînê wê hemû komplo û êrîşan vale derbixe.” Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Portestokirina qetlîama 9’ê Çileya îsal xwedî girîngiyek taybet e. Îsal di aliyekî de lêpirsîna qetlîama Parîsê temam bûye, berdewamiya doze wê di 2016’an de bê berdewamkirin, li aliyê din li Bakûrê Kurdistanê bi berxwedana xwerêveberiyê ve xwedî li statuya Kurdistana azad derketine û silavkirina demokrasiyê ye. Di van her du rewşan de jinên Kurd û gelê Kurd bi salan e têkoşînê dide meşandin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên çareseriyek mayînde bê çareserkirin û bibe xwedî statu, li aliyekî daxwaza ronîkirina qetlîaman dike, li aliyê din berdêlên mezin dide. Ev 5 meh in li Kurdistanê dewleta faşîst a Tirk ‘kevir li ser kevir ne hiştiye’. Ji bo valakirina Kurdistanê qirkirinên fîzîkî pêk tînin û dibêjin ‘Kurdê baş ê mirî ye’. Gelê me ji 7 salî heta 70 salî li hember vê mêtîngeriyê, ciwan û jinên me li ber xwe didin. Gelê me dizane, ji destpêkê Parîs û hemû qetlîaman bi berxwedan, têkoşîn û rêxistinbûyînê tên derbaskirin. Ji bo vê li Sûr, Cizîr, Silopiyayê, Farqîn, Nisêbîn û Kerboranê li hember mêtîngeriyê bi şîara azadî û Kurdistana xweser çûne îlankirina xwerêveberiyan.”
‘EM Ê QETLÎAMAN ŞERMEZAR BIKIN, KURDISTANÊ SILAV BIKIN’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Meşa di 9’ê Çileyê ya li Parîsê were lidar xistin, hem qetlîam wê were şermezarkirin, hem jî em ê Kurdistanê silav bikin. Em bang li hemû jinan, Kurdistaniyan, sosyalîstan, demokratan û dostên xwe dikin beşdarî meşa 9’ê Çileyê wê li Parîsê pêk were bibin.”