Tevî hemû êrîşan jî gerîlayê HPG’ê Dayan ji aliyê hezaran ve hat oxirkirin

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Dayan ê ku li çoltera Hezexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li gel hemû êrîşên hêzên dewletê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate defin kirin.

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Huseyîn Dayan ê ku li çoltera Hezexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da, li gel hemû êrîşên hêzên dewletê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate defin kirin. Bav Dayan di merasîmê de got “Kurê min şehîdê çar parçe Kurdistanê ye. Bila Kurdistan sax be.”

Gerîllayê HPG’ê Huseyîn Dayan (17) ê ku li gel 7 hevalên xwe li çoltera Hezexa Şirnexê jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê spartin axê. Cenazeyê Dayan piştî karên otopsiyê yên li Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê ji aliyê malbatê ve anîn Sêrtê. Cenazeyê Dayan ji bo definkirinê anîn Goristana Zeviye. Welatiyên ku dixwestin tevlî merasîma cenazeyê bibin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Ji ber bertekên gel polîs neçar man ku xwe paş ve bikşînin. Dema ku cenazeyê Dayan ji mizgeftê hate derxistin, polîs bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.

GEL BI DIRÛŞMEYAN BERSIV DA

Li hemberî êrîşên polîsan girse jî dest bi berxwedanê kir. Welatiyên ku dest ji darbesta Dayan bernedan bi dirûşma “Şehîd namirin” û bi tilîliyan heta cihê definkirinê meşiyan. Polîs li vir jî bi anonsan gef li welatiyan xwarin.

Bavê Dayan, Kadrî Dayan di merasîma cenazeyê de axivî û got “Kurê min şehîdê çar parçe Kurdistanê ye. Bila Kurdistan sax be.”

Ji bo Dayan li Taxa Barişê şîn hate danîn.