BI DÎMEN

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan hat ragihandin

Rêxistinên şoreşger ên Kurdistanî û Tirkiyeyî daxuyaniyek dan û weke rêxistineke hevpar a têkoşînê Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan îlan kirin.

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan weke rêxistineke hevpar a şoreşgerên Tirkiyeyê û Kurdistanê damezrandina xwe ragihand. Ji aliyê têkoşîna şoreşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve Li qadên gerîlayan kelecaneke dîrokî hate jiyîn. 

10 rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyê û Kurdistanê, piştî pêvajoya nîqaşên ji meha Kanûnê û vir ve Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan ku vê hevgirtiyê weke yekitiya hêz û çalakiyê pênase dikin bi danezanekê ve hate eşkerekirin. 

Rêxistina ku navên wan di danezanê de derbas bû gotin: "Em ê li hember pergala serwer a Komar Tirkiyeyê (KT)  û AKP a faşîst hevkar di hemû qadan de têkoşîna çekdarî  jî di nav de bi hemû amûr û rêbazan ve şoreşê bilind bikin. Li ser vê bingehê me hêzên xwe weke Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan kirin yek."

"WÊ BIBE RONAHIYA HÊVIYEKE NÛ YA FAŞÎZMÊ DIQEHIRÎNE"

Nûnerên vê danezana ku li qadên gerîlayan hate eşkere kirin armanc û hedefên xwe ji raya giştî re eşkere kirin. Berî ku danezan were xwendin Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan axivî û got "Îro li vê derê em li ser bingehê daxuyaniyeke ku wê faşîzmê biqehrîne û wê ji bo gelê me jî bibe ronahiya hêviyeke nû li hev civiyane". 

Her wiha da diyar kirin ku ew weke şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê nîqaşên xwe ji meha Kanûnê vir ve domandine, li ser bingehê yekitiya hêz û çalakiyê  gihiştin yekitiyekî. Di Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan de biryara hêzên xwe kirina yek û têkoşîna hevpar meşandinê dane. 

Dûran Kalkan got, "Partî û rêxistinên tevlî Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî bûne navên wan wiha ye; TKP/ML-PKK-THKP-C/MLSPB-MKP-TKEP-LENÎNÎST-TÎKB-DKP-DEVRÎMCÎ KARARGAH-MLKP." 

Her wiha hate ragihandin ku ji Ewropayê jî Kordînasyona Şoreşgerên Proleter û Tevgera Vejînê (Dîrîlîş) jî piştgiriyê didin vê yekitiyê. 

EM LI VÊ DERÊ NE...

Dûran Kalkan bal kişand ser girîngiya roja avabûna yekitiyeke wiha dîrokî û wiha axivî: "Em Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, di salvegare 45. a darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Adara 197'an de, dîsa di salvegera 21. a komkujiya Gaziyê ya 1995'an de, dîsa di salvegera 12. a komkujiya Qamişlo ya 2004'an de bi îlankirinê ve li hember dagirkerî faşîzmê û her cûre paşverûtiyê di têkoşînê de ji bo şoreşê, ji bo azadiyê, ji bo sosyalîzmê, ji bo demokrasî û biratiya gelan em çiqas bi biryar in ji hemû gelên Tirkiye û Kurdistanê re û ji mirovahiyê re radigihînin. Di salvegera 45. a darbeya faşîst a 12'ê Adara 1971'ê de, bi danezana yekgirtiyeke wiha ve em careke din bi eşkere pênase dikin ku şoreş, demokrasî û sosyalîzm di serketinê de bi biryar û xwedî angaşt e. Darbeya faşîst a 12 Adarê Mahîr Çayanan, Denîz Gezmîşan, Îbrahîm Kaypakkayayan qetil kir. Lê belê giyana wan, berxwedana wan, hişmendî, armanc û daxwazên wan zor şîn li vê derê ye. Em li vê derê ne. Evîna me ya ji azadî, demokrasî û sosyalîzm re ya ku berî 45 salan çawa hebû, îro jî em vê didomînin. Li hember faşîzma AKP'ê ya ku hewl dide darbeyên faşîst ên 12 Adarê û 12 Îlonê restore bike û bi vî rengî faşîzmê ji nû ve bi sazî û dîktatoriyeke faşîst a nû ava bike, bi armanca di xeta serketinê de şoreş gihandina serketinê ve me ev yekbûn ava kir. Di Tirkiyeyê û Kurdistanê de li hember faşîzmê ji hemû kes, hemû partî, rêxistin û saziyan re, ji hemû eniyên civakê re yekgirtiya  me vekiriye. Em hemûyan vedixwînin yekgirtiyê. Em dibêjin em ê bi hev re têbikoşin, bi hev re bi ser bikevin. Di vê bingehê de em dixwazin li vê derê danezana Tevgera Şoreşa Yekbûyî bi raya giştî re parve bikin." 

Nûnerê MLKP’ê Ferzad CAN Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan li hemû gelan re pîroz kir û gotinên xwe wiha domand: "Weke dawî em dixwazin vê bibêjin; gelê me êdî li hember dagirkeriyê, kapîtalîzmê, faşîzmê û her cûre paşverûtiyê bê vebijark nîne. Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bi şiyara demokrasî, azadî, wekhevî û şoreşê ve weke tevgera rêbertî û şoreşa yekbûyî hatiye avakirin. Em bang li karker û kedkaran, bindestan, di serî de Elewî ji gelên me yên xwedî baweriyên cuda ne jin, ciwan û hemû gelan dikin ku werin di refên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan de bibin yek, têbikoşin. Ez dibêjim bila Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan li gelên me re pîroz be û serketinê bîne."

Bi dirûşmeyên "Biqehire Faşîzm", "Bijî Şoreş", "Bijî Biratiya Gelan" ve bi dawî bû.

Temamiya danezana damezrandinê ya Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan bi vî rengî ye:

"JI GELÊN ME RE!

Pêkhateyên paşverû-faşîst-netewe-dewlet û dagirker di hemû komkujiyên girseyî yên ku di Rojhilata Navîn de tên jiyîn de berpisyarên sereke ne. Bi destwerdana mêtingeran a Sûrî re şerê herêmî ber bi şerekî cîhanî yê ku li hemû mirovahiyê gef dixwe ve vediguhere. Dagirker û desthilatdarên xwecihî yên paşverû-faşîst ên hevpar ji aliyekî ve ji bo statuko, desthilatdarî û serweriya xwe ya heremê ji nû ve hêzdar bikin, di nava xwe de hem di aliyekê de bi derba kuştinê pêşbazî dikin; ji aliyê din ve di bingehê netewe, ol û mezhebî de ji bo gel hevûdin bi qirkirinê ve tine bikin jî her cure hewldanê didomînin. 

Hikûmeta AKP’ê di bingehê berjewandiyên xwe yên bi dagirkeran re li hev dike û pev diçe de di van êrîşên xwe yên bixwîn ên li hember gelên heremê de, di raya navneteweyî û heremî de di nava tifaqên herî qirêj de ye. Bi heman rengî di nav welêt de jî li hember hemû gelê me ketiye nava êrîşeke bixwîn û pêkve. Ji aliyekî ve bi terora dewletê, kuştinên li kolanan, komkujiyên girseyî û girtinên berfireh ve hewl dide muxalefeta li hember xwe biperçiqîne; di heman demê de li hember gelê Kurd jî bajarên sedhezarî bi agirê tank û topan ve bi erdê re kirina yek ve komkujiya girseyî pêk tîne. KT, hemû hêzên faşîst û paşverû yên pergala kevneşop û modern li pişt xwe bi komkirinê ve ji bo desthilatdariya xwe ya yek partî ava bike û hemû muxalefetê biperçiqîne hewl dide. Vê tifaqa li hundir a bixwîn û faşîst jî ji ser bingehê dijminahiya Kurd didomîne. 

Ev hemû, ji aliyekê ve li ser gelên me rê li êş, mêtingerî û hilweşandinên giran vedike; ji aliyê din ve jî bi kamilkirina rewşa şoreşgerî ve rê li ber şoreşa gelên me ya hevgirtî vedike. Ji bo şoreşê di herêm û welatê me de îro derfet û firsend ji her demê zêdetir in. Vê rewşê, pêşengtiya şoreşgerî ya serketî aniye rewşeke pêwîst a lezgîn. 

Di vê bingehê de, dema ku li cîhanê û herêma me şerên nijadî, olî û mezhebî bilind dibin, ji van re wek vebijark şoreşa Rojava, bi redkirina hemû paşverûtiyan û ji hemû bindestan re weke ronahiyeke hêviyê ya dibiriqe hil hatiye. Ji ber vê yekê Rojava û berxwedanên cewherî yên bi vî ve tevahî geş dibe, çawa ku ji bo dagirkeran hedefek e bi heman rengî di hedefa AKP’ya faşîst û KT’yê de ye jî. 

Ji lewra îro şoreşa Rojava, tê wateya berxwedana cewherî ya Kurd û têkoşîna şoreşa gelên me ya hevgirtî parastin û domandinê, tê wateya parastina dahatû û ewlekariya canê hemû bindest, kedkar, rewşenbîr, demokrat û hemû gelan. Tê wateya nirxên mezin ên tê behskirin xwedî derketin, tê wateya dahatûya gelên cîhanê parastinê. 

Di bin vê pergalê de li Tirkiyê dahatûya ti beşeke civakê ne di ewlekariyê de ye. Elewî, eniyên demokrat a laîk, kedkar, xizan, hemû muxalîf di binê êrîşê de ne. Ger ku berxwedanên cewherî yên Kurdan were şikandin, AKP wê bi heman êrîşkerî û bêrehmbûnê ve hemû muxalîfên li Tirkiyê bi xwîne ve bêdeng bike. Ji lewra hemû hêzên şoreşger, pêşverû yên li Tirkiyê û dahatûya gelê kedkar bi dahatûya berxwedana gelê Kurd ve ketiye zik hev.

Em weke hêzên sosyalîst û şoreşger ên Tirkiyê û Kurdistanê, li hember AKP a faşîst-hevkar û pergala serwer a KT’yê têkoşîna çekdarî jî di nav de li hemû qadan û bi hemû amûr û rêbazan ve ji bo şoreşê bilind bikin hêzên xwe di Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan de yek kir. Ev hevgirtiya me hem ji hemû hêzên berxwedêr ên li derveyî me ne re vekiriye, hem jî eê di hundirê hemû têkoşîn û çalakiyan ku pêk werin de be, piştgirî bide û pêşve bibe. 

Tevgera me ya Şoreşê ya Yekbûyî, li hember dagirkeriyê, kapîtalîzmê, faşîzmê, şovenîzmê û nijadiyê, dahatûya demokrat û azad a gelên me bidestxistinê ji xwe re dike armanc. Û ev tevger bi hêza şoreşgerî ya gel ve hilweşandina AKP a faşîst a bi pergalê ve bûye yek bi tevî spartekên wê yên civakî jêveneger dibine. 

Hikûmeta AKP’ê, bi tevî civakê xwezayê jî tine dike. Dijminê jin û ciwanan e. Li ser çîna xebatkar û hemû kedkaran mêtingeriyê giran dike, mercên koletiyê ferz dike. Li ser hemû parçeyên gelan zordest û komkujîvan e. Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan van hemû hêzên di bin êrîşa hikûmeta AKP’ê û dewleta burjuva ya KT’yê de ye perwerde û rêxistin kirin, yek-kirin û bi vî rengî seferberê têkoşînê kirinê bingeh digre. 

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, ji bo civaka ekolojîk û azadiya jinê bingeh digre, ji bo azadî û mafê kedkar û çîna xebatkaran were bi dest xistin, bi avakirina desthilatdariya gel a Tirkiyeyê û li Kurdistanê bi avakirina rêveberiyên demokrat xweser ve ji bo dahatûya azad a gelên me were bi dest xistin têdikoşe. 

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan, hemû kesên ji faşîzm û paşverûtiyê zirar dibînin, di serî de jin, ciwan, xebatkar û kedkaran hemû eniyên rastî zordestiyê tên ji bo azadî, demokrasî û biratiya gelan bang dike ku birêxistin bin, yek bibin û têbikoşin.

Ger ku pêşî lê neyê girtin rewşa heyî weke nebe nabe wê ber bi dîktatoriyeke bixwîn ve biçe. Ti sazî û hêzeke pergalê ya vê qewimînê rawestîne nema ye. Vê boçûnê bi tenê şoreş û berxwedana gelan a yekbûyî dikare rawestîne. An wê dîktatoriyek bêhtir bi xwîn ava bibe yan jî gelê me wê bi rêxistinîbûyînê ve xwe çekdar bike û çeteya AKP’ê ya faşîst cîhadî bi tevî spartekên wî ve bi erdê re bike yek. 

Wê faşîzm hilweşe, Şoreşa YekbÛyî ya Gelên me bi ser bikeve!
Em ê faşîzmê bi Şoreşa YekbÛyî ya Gelên xwe ve bipelixînin!

TEVGERA ŞOREŞA YEKBÛYÎ YA GELAN 
(TŞYG)
(TKP/ML-PKK-THKP-C/MLSPB-MKP-TKEP-LENÎNÎST-TÎKB-DKP-
DEVRÎMCÎ KARARGAH-MLKP)"

...