TEV-DEM: 12’ê Adarê ruh da pêngaveke nû li Sûriyeyê’
Tevgera Civaka Demoraktîk (TEV-DEM) diyar kir ku gelê Rojava bi ruhê serhildana 12’ê Adara 2014’an û şoreşa 19’ê Tîrmehê rêveberiya ku bandorê li pêşeroja Sûriyê û hemû herêmê bike, ava kirin.
Tevgera Civaka Demoraktîk (TEV-DEM) diyar kir ku gelê Rojava bi ruhê serhildana 12’ê Adara 2014’an û şoreşa 19’ê Tîrmehê rêveberiya ku bandorê li pêşeroja Sûriyê û hemû herêmê bike, ava kirin.
Tevgera Civaka Demoraktîk (TEV-DEM) diyar kir ku gelê Rojava bi ruhê serhildana 12’ê Adara 2014’an û şoreşa 19’ê Tîrmehê rêveberiya ku bandorê li pêşeroja Sûriyê û hemû herêmê bike, ava kirin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê bi boneya salvegera 12’ê Adarê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi ruhê serhildana Qamişlo û Şoreşa Tîrmehê gelê me karîbû sîstema xwe ya xweser li Rojava ava bike û serketinên mezin ên bandor li pêşeroja demokratîk a azadiyê li Sûriyê û hemû herêmê bike, saz kirin.
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di daxuyaniya xwe de got, salvegera 12’an a serhildana 12’ê Adarê ber bi bidestxistina serketinên mezin ên li Şêxmeqsûd, Efrîn, Kobanê û Cizîrê tacîdar dibe û wiha domand: “Di rojeke wekî îro de, em soza xwe ya bi hemû şehîdên azadiyê re dubare dikin ku em ê heta dawî ji bo pêkanîna hêviyên wan ên ji bo avakirina sîstema demorkatîk û azad li Rojava û Sûriyeyê tekoşîna xwe bidomînin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku ruhê serhildana Qamişlo li tevahiya herêmên Rojava belav bû û li dijî sîstema şovenîst a dijberiya gelê kurd dikir, bingeha berxwedanê saz kir û li ser wî esasî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya sala 2012’an li Kobanê hate pêkanîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Berxwedana gel ku xwe dispêre vîna azad di encamê de hate mezin kirin û gelek serketinên mezin li dijî hemû cûreyên êrîşên ku bi armanca têkbirina îradeya gel dihatin kirin, bi ser ket û vîna azad ya gelê herêmê derxiste hole.
TEV-DEM’ê berxwedana gel û serhildana 12’ê Adarê bibîr xist û daxuyaniya xwe wiha domand: “Gelê Kurd rastî hemû cûreyên siyasetên nîjadperest ên hebûna wî înkar dikir, dihat. Bi wan siyasetan dixwestin hebûna gelê kurd ji holê bêrakirin. Gelê kurd û di encama berxwedana bê rawestandin, serkeftin û Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêk anî. Hemû siyasetên inkarê ku ji şerê cîhanê yê yekem li ser gelê kurd hatibû ferizkirin, hatin rakirin. Gel me yê kurd li Rojava û tavahiya Kurdistanê zayineke nû bidest xist û di heman demê de zayîna nû ji hemû gelên li Sûriyê bi biratî dijîn jî hate pêkanîn.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku rejîmên faşîst her dem di nava hewldanan de ne ku çanda gelên din tine bikin û di vê çarçoveyê de li welat gelek komkujî, wêranî û talankirin li welat pêk tanînin û wiha hate gotin: “Lê gelê me berxwedaneke di dîrokê de nehatiye dîtin kir. Gelê me bi ruhê serhildanê û Şoreşa gel karîbû sîstema Xweseriya Demokratîk li Rojava saz bike. Gelek serketinên mezin ku wê bandorê li pêşeroja Sûriyeyê û hemû herêmê bike bidest xistin. Di vê çarçoveyê de sîstemeke ku xwe dispêre azadî û demokrasiyê hate avakirin. Tevî hemû êrîşên hovane ku ji aliyê çeteyên ku di Sûriyeyê de di xizmeta siyaset û planên dewleta Tirkiyeyê bi hemû hêza xwe tevdigerin vala hatin derxistin. Çeteyên ku ji bo meşa şoreşa Rojava û Sûriyeyê bidin rawestandin, çi ji destê wan hat kirin, di encama berxwedana kurd, ereb, asûrî, suryanî û tirkmenên ku li dijî êrîşan li serî hildan hemû êrîş hatin pûçkirin.”
Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di dawiya daxuyaniya xwe de ev tişt got: “Êrîşên me behsa wan kirin, hîn bê navber heta roja me ya îro bi hemû hêza xwe li taxa Şêxmeqsûd a Helebê didomin. Ew jî wê bi îradeya gelê me û vîna yekbûyî ya hemû pêkhateyan wê têk biçin. Gelê me bê rawestandin ji bo pêkanîna Sûriyeya demokratîk tevdigere û wê hemû planên li dijî gelê me û vîna wî ya azad têne kirin, bê guman wê têk biçin.”