Teşhîsa nasnameya 3 cenazeyên şandin Şirnexê temam bû

Hat ragihadin ku cenazeyên 3 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û di saetên şevê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê Cebraîl Mûngan, Mehmet Torgût û Tayfûn Yaşli ye.

Hat ragihadin ku cenazeyên 3 kesên ku li Cizîrê hatin qetilkirin û di saetên şevê de rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê Cebraîl Mûngan, Mehmet Torgût û Tayfûn Yaşli ye.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê cenazeyê 3 kesên di qedexe û terora dewletê de, di dîrokên cuda de hatin qetilkirin, îro di saetên şevê de ji bo karûbarê otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Hat ragihadin ku cenazeyên ji aliyê malbatan ve li morgê hatin teşhîskirin, yê Cebraîl Mûngan, Mehmet Torgût û Tayfûn Yaşli ye.

Hat diyarkirin ku cenazeyê Yaşli yê xwendekarê Zanîngeha 18 Mart a Çanakaleyê ye, wê sibehê bibin navçeya Melezgir a Mûşê û defin bikin.