Têkoşîna hiqûqê ya malbatên gerîlayên li gorên komî ne, dewam dike

Cenazeyên 22 gerîlayên ARGK'ê yên di şerekî sala 1998'an de li Şaxê hatin înfazkirin, tevî têkoşîneke bi salan a hiqûqê jî, radestî malbatan nehatine kirin.

Di 12'ê Cotmeha 1998'an de, li navçeya Wan Şaxê di şerê navbera artêşa Tirk û gerîlayên ARGK'ê yê li zozanên Gorentaş ên gundê Kayabogaz de 22 gerîlayan jiyana xwe ji dest dabûn. Dewleta Tirk cenazeyên gerîlayên ARGK'ê li naverastê hişt û nehişt malbat cenazeyên xwe rakin. Cenazeyê 4 cerdevanên di heman şerî de mirin jî radestî malbatên wan hatin kirin. Di lênûsa Fermandariya Qereqola Jendermeyan a Karabogazi de tê nivîsandin ku şer qewimiye û hejmara gerîlayên jiyana xwe ji dest dane tê diyarkirin. Ev yek li biryara lêgerîna daîmî ya bi hejmara 1998/36 a dadgeha Ewlekariya Dewletê ya Wanê hat qeydkirin.

Piştî şer li ser navê Mûstafa Malgaz, Beşîr Apakhan, Melek Avci, Tekîn Gultekîn, Mûzaffer Parlak, Zeynel Ardûk û Mehmet Dûrak serî li Dozgeriya Komarê ya Şaxê hat dayîn û hat xwestin bê lêkolînkirin, ku xizmên wan ên di şerê 13'ê Cotmeha 1998'an de jiyana ji dest dane, bi saxî hatine girtin an na, îşkence li wan hatiye kirin yan na, cenazeyên wan hatine şewitandin ya. Di serlêdanê de hat xwestin, ku eger ev îdîa rast bin, kiryar werin darizandin û cezakirin. Lê belê dozgerê wê demê biryar da ku pêwîstî bi lêkolînkirin û şopandina mijarê nîne û dosya girt. Lê malbatan di serlêdana xwe de israr kirin û li Dadgeriy Ceza ya Sûlhê ya Nobedar îtiraz kirin. 1. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Wanê serlêdan red kir.

NASNAME HATIN TESPÎTKIRIN, LÊ CENAZEYAN NADIN MALBATAN

Parêzer Tûran Ece der barê mijarê de agahî da û diyar kir, li gorî rapora Jendermeyan, li nêzî herêma operasyonê 6 gerîlayên din ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin. Ece da zanîn, ku bi kontrola Dozgeriya Komarê ya wê demê re otopsiya cenazeyan hatiye kirin, ji van nasnameyên 3 kesan tespît bûne, lê cenaze radestî xizmên wan nehatine kirin.

Ece got, "Şerê ku bi salane li herêma me diqewime, rê li ber gelek zeraran vekir. Windahî, kuştinên kiryar nediyar û gorên komî nîşaneya şênber a vê rastiyê ye. Tevî hemû bang, kampanya û têkoşîna hiqûqê jî, di mijara eşkerekirina aqûbeta windahiyan de dewletê tiştek nekir. Giliyên têkildarî windakirinan bêencam man û serlêdanên ji bo vekirina gorê komî jî ya bêbersiv hatin hiştin yan jî gor bi rengekî ne li gorî ûsilê hatin vekirin. Windakirina bi zorê û gorên komî, li gorî nirxên însanî û hiqûqî ya navneteweyî, sûcê li dijî mirovahiyê ne."

'JI BO NÎŞANEYÊN ÎNFAZÊ JI HOLÊ RAKIN, CENAZE ŞEWITANDIN'

Parêzer Ece anî ziman, ji sala 1998'an û vir ve cezakirineke polîtîk li hemberî serlêdêran tê bikaranîn û got, "Em dixwazin cenazeyên nasnameyên wan hatine tespîtkirin û ji aliyê şaredariyê ve hatine veşartin radestî malbatan werin kirin û cenazeyên din ên hatine veşartin jî nasnameyên wan bên tespîtkirin û ji malbatan re werin dayîn. Li Tirkiyeyê Kurd nekarîne cenazeyên xwe werbigirin. Kurd ji 'danîna şînê' ku rewşa herî însanî ye, bêpar hatine hiştin. Mafê jiyanê yê Kurdan bi rêk û pêk hatiye binpêkirin, cenazeyên gelek kesan ji xizmên wan re nehatine dayîn. Piraniya cenazeyên bi înfaza bêdaraz hatine qetilkirin, ji bo nîşaneyên gengaz ên înfazê ji holê rakin hatine şewitandin, parçekirin û teslîmî xizmên wan nehatine kirin. Em hêvîdar in wê mexdûriyeta bi salan a 'şîn girtina' muwekîlên me ji holê bê rakirin."