Têkîldarî binpêkirina agirbestê ji YPG’ê daxuyaniya duyemîn

Fermandariya Giştî ya YPG’ê ji Koordînasyona Taybet a Şopandina Agirbesta Sûriyeyê re ragihand ku êrîşên çeteyên girêdayî SÛK’ê û binpêkirinên agirbestê dewam dike.

YPG’ê  der heqê êrîşên komên çekdar ên li dijî hêzên wan û êrîşên artêşa Tirk de cara duyemîn daxuyaniya têkîldarî binpêkirina agirbestê da.

YPG’ê derbarê rewşa dawî ya li Heleb û Kantona Cizîrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya ji aliyê Navenda Çapemeniyê ve hatiye dayîn wiha ye:

“Êrîşên komên çeteyan ên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16’an, Lîwaa El-Fetih, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Festeqim Kema Emert û Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dike.

Şeva 14’ê Adarê komên çeteyan ji herêmên Museles û Seken Şebab êrîşek nû li dar xistin. Şerên piştî êrîşan destpê kirin heta saetên siharê bê navber berdewam kiriye. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van şeran de nehatiye zelalkirin. Di van şeran de şervanekî me birîndar bûye.

15’ê Adarê (îro) saet 09.55’an de komên çeteyan bi topên hewan û dojehê li dijî taxa Şêx Meqsud a Helebê bombebaran pêk anîne.

Komên çeteyan heman rojê saet 13.00’an de jî bi fûzeyên Girad, çekên giran û topên dojehê li dijî cih û warên sivîlan û çeperên hêzên me êrîşek li dar xistin.

Êrîşên Arteşa Tirk a ku li ser tevahî xeta sînorê Rojava gelê sivîl û hêzên me dike hedef, didome.

14’ê Adarê saet 20.45’an de arteşa Tirk li dijî çeperên hêzên me yên li herêma Xerezê ya giredayî Amûdê bi çekên giran êrîşek li dar xistin.

14’ê Adarê saet 04.00’an de çeteyên DAIŞê li başûr û rojavayê Şedadê êrîşek berfireh dan destpêkirin. Hêzên me bersivên tund dan êrîşên çeteyan a ku hemwext li gundê Ezawî û Elwa yên dikevin 20 km başûrê Şedadê û li başûrê gundê Mekmen a dikeve 53 km rojavayê Şedadê. Şerên piştî êrîşên çeteyan destpê kirin hê jî berdewam dikin. Der bare şer û encamên şer de piştre agahiyên berfireh wê bên parvekirin.”