SYPG'ê şehîdên komkujiya Qamişloyê bibîr anî

"Ji ser komkujiya Qamişloyê 12 sal derbas bûn. Li Qamişloyê îro ne dengê hawara dayik û zarokên me dengê azadiyê, dengê hemû gelên Rojavayî bilind dibe."

Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan (SYPG), ji ber salvebera 12. a komkujiya Qamişloyê ya 12'ê Adara 2004'an daxuyaniyek weşand û diyar kir, ku di serî de gelê Qamişloyê tevahiya gelên Rojavayê Kurdistanê bi hêza xwe li dijî rejîma faşîst rabû serhildanê.

SYPG bibîr xist, ku li dijî vê komkujiya rasterast ji aliyê rejîma Baas ve hat organîzekirin û bi dehan Kurd lê hatin qetilkirin, li seranserê herêmên Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd daket qadan û serî hilda.

BÛ ÇIRÛSKA DESTPÊKÊ YA ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her wiha li Heleb û Şamê jî gel serî li dijî hêzên rejîmê hilda. Hêzên rejîmê û paramîter êrîş birin ser wan xwepêşandanan. Mal û kargehên Kurdan şewitandin û talankirin. Jin, zarok, pîr, kal… li kolanan bi lêdan û îşkenceyan hatin qetilkirin. Di van êrîşan de dehan kes şehîd ketin, bi hezaran kes hatin girtin û hinek ji wan jî hat windakirin. Gele me yê berxwedêr li dijî wan êrîşên nîjadperest û faşîstan serî xwe netewand. Di milê parastin û siyasî de rêxistinkirina xwe mezintir kir. Lewma serhildana Qamişloyê weke 'Çirûska şoreşa Rojava yan jî 19’ê Tîrmehê jî” tê pênasekirin."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, rejîma Baas a faşîst û dagiker bi vê êrîşa hovane re xwest gelên Kurd û Ereb li hemberî hev rake û li ber têkoşîna azadiya gelê Kurd û şoreşa Suriyeyê bigire. 

ÎRO LI QAMIŞLO DENGÊ AZADIYÊ BILIND DIBE

Daxuyaniyê wiha dewam kir; "Em dikarin bêjin ku Şoreşa Rojava û destketinên wê bersiva komkujiya 12’ê Adarê ye. Ji ser komkujiya Qamişloyê 12 sal derbas bûn. Li Qamişloyê îro ne dengê hawara dayik û zarokên me dengê azadiyê, dengê hemû gelên Rojavayî bilind dibe. Kurd, Suryan, Ermen, Ereb, Turkmen, Çeçen… li dijî hêzên şoven, nijadperest  dahatûyên xwe yên azad di nav biratî, wekhewî û yekîtiya eslî de ava dikin. Li dijî dijminê gelan destketinên herî mezin jî ew e. Avakirina QSD û MSD’ê hêviya azadiya gelên Rojhilata Navîn mezin dike.

Lê tekoşîn me hîn berdewam dike. Êrîşên dijminên gelan a li ser şoreşa me bi seranserê Rojava berdewam in. Em zanin ku gelen Rojava bi xurtkirina yekîtiya xwe hemû van êrîşan ew ê vala derxînin.

Em wekî SYPG di 12. salvegera komkujiya Qamişlo de, şehîdên serhildana Qamişloyê bi rêz bi bîr tînin û soza doza azadiyê em dîsa dûbare dikin."