BI DÎMEN

'Şoreşa Rojava gewdebûna ruhê 14'ê Tîrmehê ye'

Ji fermandarên eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Selîm Zîlan diyar kir, berxwedana 14'ê Tîrmehê li Kurdistanê hişmendiyeke neteweyî, şoerşger afirand û destnîşan kir, Şoreşa Rojava ya îro jî gewdebûna ruhê 14'ê Tîrmehê ye.

Ji fermandarên eyaleta Mexmûr-Kerkûkê Selîm Zîlan diyar kir, berxwedana 14'ê Tîrmehê li Kurdistanê hişmendiyeke neteweyî, şoerşger afirand û destnîşan kir, Şoreşa Rojava ya îro jî gewdebûna ruhê 14'ê Tîrmehê ye.

Zîlan cangoriyên di berxwedana 14'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got, "Di dîroka me de, meha Tîrmehê timî bûye meha berxwedanê. Bi taybetî 14'ê Tîrmehê hem ji bo gelê Kurd, hem jî ji bo tevgera PKK'ê rojeke gelekî girîng e. Ji ber ku di dîroka me de di asta herî bilind de berxwedan di vê rojê de hatiye nîşandan. Weke ku tê zanîn, berxwedana 14'ê Tîrmehê li dijî darbeya 12'ê Îlonê ya faşîst hat kirin."

Fermandar Selîm Zîlan ragihand, darbeya 12'ê Îlonê darbeyek li hemberî gelê Kurd e û wiha dwam kir: "Bi darbeya 12'ê Îlonê re xwestin tevgera PKK'ê bi temamî ji holê rakin û vîna her kesên mûxalîf bişikînin. Rêber Apo asta vê darbeyê dît û li gorî wê tedbîr girt.

Piraniya kadroyan derdixîne derveyî welat. Dema darbe pêk tê, li Kurdistanê kesekî ku bi hêsanî bigirin, nîne. Beriya darbeyê hin hevrêyên me digirin. Her wiha di dema darbeyê de jî hin girtin çêdibin. Ev hemû kadroyên pêşeng ên tevgerê ne. Hevalên Mazlûm Dogan, M. Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dîl dikevin destê dijmin."

14'Ê TÎRMEHÊ ŞEREKÎ VÎNÊ YE

Zîlan bal kişand ser îşkenceya hovane ya dewlet li zîndana Amedê li girtiyan dike û got, "Ev hevalên me, ji bilî beden û vîna xwe tiştekî xwe nînin. Ya rast, 14'ê Tîrmehê şerekî vînê ye. Ji xwe ya ku 14'ê Tîrmehê dafirîne jî ev ruh e, ev vîn e. Bi saya ruh û berxwedana di şexsê van hevrêyan de derket holê, tevgera PKK'ê îro jî têkoşîna azadiyê dimeşîne."

DI NAVA GELÊ KURD DE HIŞMENDIYEKE NETEWEYÎ AFIRAND

Ji Fermandarên HPG'ê yên Mexmûr-Kerkûkê Selîm Zîlan bal kişand ser girîngiya ruhê berxwedanê yê piştî berxwedana 14'ê Tîrmehê di nava gelê Kurd de derket holê û got, "Ruhê 14'ê Tîrmehê di nava gelê Kurd de hêviya serketin û berxwedanê afirand. Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê û li her devera Kurd lê ne têkoşîna azadiyê tê meşandin, eger berxwedan heye, bêguman ev yek encama ruhê 14'ê Tîrmehê ye. Vî ruhî di heman demê de rewşa parçebûyî ji holê rakir û di nava gelê Kurd de rê li ber hişmendiyeke neteweyî vekir.

RUHÊ 14'Ê TÎRMEHÊ RÊ LI BER ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ VEKIR

Tevî vê yekê, çawa ku ruhê 14'ê Tîrmehê têkoşîna azadiyê gihand roja îro, di heman demê de di şoreşa sala 2012'an de jî, ku weke Şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê tê zanîn, heman ruh veguherî gel û sîstemekê, li Rojhilata Navîn bû hêviya hemû gelan. Ji ber ku li Rojhilata Navîn, gelên din jî mîna gelê Kurd her tim mafên wan hatine binpêkirin û ji aliyê serdestan ve bi rengekî şaş hatine birêvebirin. Derfetên jiyana azad ji wan re nehatiye dayîn. Lewma Şoreşa Rojava weke şoreşeke gel derket holê û veguherî hêviya gelan."

Selîm Zîlan diyar kir, şoreşa 19'ê Tîrmehê hemû gel gihand hev, bi rengekî demokratîk û li ser bingeha çanda jiyana azad şoreşek afirand û destnîşan kir, ku di heman demê de li dijî hêzên serdest û rêxistinên bi destê van hêzan hat afirandin, berxwedan hat nîşandan. Zîlan got, "Bêguman Rêber Apo ev berxwedan afirand û bi saya felseya wî ya azadiyê pêk hat."

DEWLETA TIRK Û HIKÛMETA AKP'Ê JI ŞOREŞA ROJAVA DITIRSIN

Selîm Zîlan der barê şerê dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê li Rojava û Bakurê Kurdistanê dimeşîne de ev nirxandin kir: "Ya ku herî zêde ji vê şoreşê tirsiya û hewl da pêşî lê bigire dewleta Tirk bû. Bi destê AKP û Erdogan, gelek rêxistinên xwînmêj li hemberî şoreşa Rojava hatin afirandin. Destek da rêxistinên mîna Ehrar El Şam, El Nûsra û DAIŞ'ê û hewl da çanda jiayna bi he re ya gelan xera bikin. Lê belê ti ji van planên hêzên bi vî rengî nêzî Kurdan bûn, bi ser neket. Yê bi ser ket gelê Kurd û gelên pê re tifaqê dikin e. Bi taybetî polîtîkaya dewleta Tirk a li hemberî Sûriye û şoreşa Rojava, bi wê da windakirin. Li herêmê gav bi gav bêqîmet û qels bû."

GELÊ KURD ÊDÎ BIRYAR DAYE, HETA AZADIYÊ WÊ LI BER XWE BIDE

Selîm Zîlan herî dawî bal kişand ser plana 'têkbirinê' ya AKP'ê û got, "Gelê Kurd bi ruhê 14'ê Tîrmehê û 19'ê Tîrmehê xwe diparêze û li ber xwe dide. Lewma bi berxwedanê plana 'têkbirinê' ya AKP'ê pûç kir. Gelê Kurd êdî biryar daye, heta azadiyê wê li ber xwe bide."

...