BI DÎMEN

Şoreşa 19'ê Tîrmehê û şehîdê destpêkê yê şoreşê: Mehmûd Bekir Muslim

"Ji Rêbertî re bi xwîna xwe name nivîsand. Xwîna xwe rijand û gotina 'ez bi xwîna xwe her tim li ser rêya te me' nivîsand. Gelekî dixwest Rêbertî azad bibe. Her tim digot, roja ew azad bibe, wê cîhan bêhtir ronî bibe.

Şoreşa Rojava ya li Kobanê hat destpêkirin, piştre li temamiya Rojava belav bû û di nava gelên cîhanê de bû çavkaniya hêviyê, berdêla xwe ya destpêkê jî dîsa li Kobanê da. Sala destpêkê ya şoreşê bi coşeke gelekî mezin dihat pîrozkirin. Rojek heman piştî vê pîrozbahiyê, ji bo êrîşa çeteyên El Nûsra ya di ser Girê Spî re li hemberî Kobanê dihat kirin bê şikandin û pêşî li têkbirina şoreşê bê girtin, şerekî mezin ê parastinê dihat dayîn. Mehmûd Bekir Muslim ê di vî şerê parastinê de jiyana xwe ji dest da, di heman demê de weke şehîdê destpêkê yê Şoreşa Rojava cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt.

Dayika Mahmûd Bekir Muslim Zergê Nebû Bozan û hevsera Muslim Cîhan Mûhammed Bozan qala wî kirin. Her du jî dibêjin, hemû şervanên di oxira şoreşê de berdêlan didin Mehmûd in.

Bûyereke din a girîng a malbata Muslim ew e; bavê malbatê Bekir Muslim di komkujiya  çeteyên DAIŞ'ê ya 25'ê Hezîrana 2015'an de jiyana xwe ji dest da. Hem şehîd Mehmûd hem jî şehîd Bekir ji bo malbatê çavkaniyeke mezin a rûmetê ne. Û dibêjin, "Bi saya wan serê me bilind e."

Mezina malbatê dayik Zerge, qala malbata Bozan û Mehmûd dike: "Em 7 kes in; çar kurên min û keçeke min hene. Hemû zarokên min li pêşberî min, bavê xwe û cîranên xwe gelekî bi rêzdarî tevdigerin. Hemû cîran ji wan gelekî hez dikin. Bala hemûyan li karê xwe bû. Mehmûd ji nava zarokên min ê sêyemîn bû. Hevserê min jî di 25'ê Hezîrana 2015'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li navenda Kobanê hat qetilkirin. Dema ji kar vedigere malê, ji nişka çete dorê lê digirin û di encma gulereşandinê de jiyana xwe ji dest dide.

Mehmûd mirovekî qewîn bû. Gotin û karê wî yek bû. Baş dizanîbû çi dixwaze û dema dixwest jî yekser bi cih danî. Gotineke nebaş nedigot, lê belê li dijî gotinên şaş û nebaş helwest nîşan dida. Dema li Kobanê karê şoreşê destpê kir, yekser di nav de cihê xwe girt. Teredût nekir. Çi wezîfe jê re dihat dayîn, bicih danî.

Rojekê hat û ji min re got, 'dayê min bizewicîne'. Ev yek beriya şoreşa Kobanê bû. Min jê pirsî; 'Em kê ji te re bînin? Em xizanin, kes keça xwe nade me.' Dema min jê re ev got, wî jî ev bersiv da min: 'Bila xelk keça xwe nede me, keça ez dixwazim, ji me ye'. Got ew dixwaze bi keça xalê xwe re bizewice. Piştî salekê jî zarokekî wan çêbû. Dema Mehmûd şehîd ket, kurê wî Ehmed 3 salî bû."

'MIN DIDÎT, DEMA EW JI BO ŞOREŞÊ DIXEBITE, KÊFXWEŞ E'

Hevjîna şehîdê şoreşê Cîhan jî bi vî rengî qala wî kir: "Em xizmên hev in. Dema em zewicîn, ew bi 5 salan ji min mezintir bû. Mehmûd mirovekî gelekî hêja bû. Ji ber ku min ew nas kir, ez bi şens im. Pênc salan pê re mam. Di nava van pênc salan de qet min ne êşand. Di hevaltî, hevrêtiya xwe de mirovekî gelekî baş bû. Bawerî dida mirovan. Dema diçû nobeda taxê, min jê re digot, 'tu min bi tenê dihêle'. Wî jî ji min re digot, 'ji bo em hîn bêhtir bi ewle bijîn, divê ez vê bikim'. Gelekî hez ji kevokan dikir. Sedema vê yekê jî hezkirina Rêber Apo ya ji kevokan bû. Wêneyê wî yê bi hevokan re, gelekî bandor lê kiribû. Gelekî hez ji mala xwe û kurê xwe dikir. Hez dikir ji bo şoreşê bixebite û min didît, dema ew ji bo şoreşê dixebite, gelekî kêfxweş e."

'EZ BI XWÎNA XWE HER TIM LI SER ŞOPA TE ME'

Dayikê anî ziman, ku dema di 19'ê Tîrmeha 2012'an de şoreş pêk hat, ji kêfa wan nedizanîbûn çi bikin û qala wê rojê kir: "Gava Şoreşa 19'ê Tîrmehê hat ragihandin, ji kêfa me nedizanîbû em ê çi bikin. Beriya şoreşê cîhana me gelekî tarî bû. Bextê me jî tarî bû. Lê belê roja şoreş pêk hat, ronahî hat. Em li nava kolanan digeriyan, kurê xwe jî hilgirtibû ser milê xwe. Qolyeya wêneyê Rêbertî li ser hebû, her tim di stuyê wî de bû. Bi xwîna xwe, nameyek ji Rêbertî re nivîsand. Xwîna xwe rijand û gotina 'Ez bi vê xwîna xwe her tim li ser şopa te me' nivîsand. Gelekî dixwest Rêbertî azad bibe. Her tim digot, 'Roja ew azad bibe, wê cîhan bêhtir ronî bibe'."

Hevjîn Cîhan jî Şoreşa 19'ê Tîrmehê û coşa wê vegot: "Ew roj di dîroka gelê Kurd de rojeke dîrokî bû. Û Rêber Apo ev roj ji bo me amade kir. Cîhan li me ronî bû. Beriya wê ezman her tim li me girtî bû, tarî bû. Mehmûd di rojeke bi vî rengî ya pîroz de şehîd ket."

Dayik Zergê da xuyakirin, ku ew bi cangoriyên Şoreşa Rojava serbilind e û got, "Hem hevserê min hem jî kurê min di vê rêyê de xwîna xwe rijandin. Artêşeke şehîdan heye ku li ser şopan wan meşiya ye û jiyaneke aram daye me. Bi saya şehîdan em niha bêhtir ewle ne. Beriya şoreşê, bextê tevahiya gelê Kurd girtî bû. Lê niha vekirî û ronî ye. Em deyndarê bi hezaran Mehmûdan e."