Sivîlekî din ê di êrîşa li Girê Spî de birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Yek ji sivîlên di êrîşa bombeyî ya 29'ê Hezîranê de li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê birîndar bûn, jiyana xwe ji dest da.
Yek ji sivîlên di êrîşa bombeyî ya 29'ê Hezîranê de li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê birîndar bûn, jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li nêzî Mala Gel a li bajarê Girê Spî de 11 sivîlan jiyana xwe ji dest da bûn, 9 jî birîndar bûbûn.
Ehmed Ebid El-Iweyêd (40) ê di êrîşê de birîndar bû, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Ehmed Ebid El-Iweyêd ê ji gundê El-Maliha, zewicî û bavê 4 zarokan bû.