Şirnex tê bombekirin

Li Şirnexê ku şerên dijwar lê diqewin, çeteyên Qesrê yên nikarin bikevin qadên berxwedanê şewitandina mal û kargehan didomînin. Li tevahiya bajar şer û bomberdûman bênavber dewam dikin.

Li Şirnexê li hember êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk berxwedana xwerêveberiyê di roja 61. de dewam dike. Li gel bomberdûmana bi tank, top û obusan, şerên dijwar li bajêr diqewimin. Çeteyên Qesrê ji saetên sibehê ve bi çekên giran êrîşî Taxên Gazîpaşa, Cûmhûriyet, Yenî û Bahçelîevlerê kirin. Li dijî van êrîşan jî hêzên YPS û YPS-JIN’ê bi çekên ferdî bersivên xurt didin. Çete bi çekên giran ên li ser wesayîtên zirxî hatine bicihkirin ve xeta taxên Gazîpaşa, Cûmhûriyet û Îsmetpaşayê bênavber gulebaran dikin, ji malên ku didin ber agir jî dûman bilind dibin. Di navbera şervanên YPS û YPS-JIN’ê û çeteyên Qesrê yên ku nikarin bikevin taxan de şerên dijwar diqewimin.

Hêzên dewletê, ji danê sibehê ve anonsan ji wesayîtên zirxî dike û dibêjin “Teslîm bibin.” Her wiha li beramberî vê ji taxên berxwedanê jî bersivên mîna “Yên ku teslîm bibin hûn in” tên kirin. Li Navenda Karayolari Bakimê ya dikeve di navbera Taxên Yenî û Bahçelîeverê de ev 3 roj in şerên dijwar pêk tên. Hêzên dewletê yên ku nikarin bikevin taxan, teqemeniyan di avahiyan de bi cih dikin û diteqînin. Bi vî awayî dixwazin bi pêş ve biçin. Dîsa li bajêr gelek mal ji aliyê hêzên dewletê ve hatine şewitandin. Hat diyarkirin ku di bajêr de gelek mal bi teqemeniyan hatine hilweşandin. Têkildarî kuştî û birîndarên şer, ti agahiyên zelel nehatine bidestxistin.

Li bejahiya bajêr jî tevgerên hewayî tên jiyîn. Hat dîtin ku ji 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û Tûgaya Jendermeyan a Çakirsogutê gelek helîkopter rabûn û ber bi Gabar û Bestayê ve nizm difirin.