Şervanên Enternasyonal: Em li gel Nice ne
Şervanên Tûgaya Enternasyonalîst a Rojava, ji ber êrîşa li Nice ji gelê Fransayê re sersaxî xwest.
Şervanên Tûgaya Enternasyonalîst a Rojava, ji ber êrîşa li Nice ji gelê Fransayê re sersaxî xwest.
Di malpera fermî ya YPG'ê de dîmenekî ji yek deqeyê hat weşandin û di vî dîmenî de şervanên Enternasyonalîst êrîşa DAIŞ'ê ya li Nice şermezar kirin û anîn ziman, ku ew li eniya xwe ya şer, heman êşê parve dikin. Şervanan li ber alên YPG/YPJ û Fransayê mesaj dan û destnîşan kirin, ku hem êşa wan hem jî têkoşîna wan hevpar e.
Şervanê Tûgaya Enternasyonalîst a Rojava yê bi nasnav Gabar vê mesajê dide: "Navê min Gabar e, ez bi xwe Fransî me. Ji bo tevlî şerê li dijî DAIŞ'ê bibim, min cihê xwe di nava refên YPG'ê de girt. Duh DAIŞ'ê dîsa li Fransayê êrîş pêk anî. Di vî şerê em li dijî DAIŞ'ê dimeşînin de, ez bawerim her kesên hurmetê nîşanî azadî û derdora xwe didin, wê alîkar bin. Ez careke din ji Fransiyên ku bi xwe jî yek ji wan im, sersaxiyê dixwazim."
Şervanê Enternasyonalîst Cîhan Kendal ê Elman dibêje, "Li ser navê şervanên enternasyonalîst ên bi dildarî di nava refên YPG û YPJ'ê de şer dikin, ji ber êrîşa duh a DAIŞ'ê ez ji gelê Fransayê re sersaxiyê dixwazim."
Şervanê Tûgaya Enternasyonalîst ê ji Gallerê yê bi nasnav Selahaddîn Denîz jî da xuyakirin, ku li dijî êrîşa DAIŞ'ê ew destekê didin gelê Fransayê û got, "Gelê Fransayê careke din bû qurbanê êrîşên wehşî yên kujeran, ku em li Rojava li dijî wan şer dikin. Weke Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê em li cem gelê Fransayê ne. Ev şer şerê parastina me hemûyan e. Em li benda desteka her kesî ne."