Şervanê YPS’ê Mehmet Gîçer hate definkirin

Şervanê YPS’ê Mehmet Gîçer ê di berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, hate veşartin.

Şervanê YPS’ê Mehmet Gîçer ê di berxwedana xwerêveberiya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, li gundê Avgamasiya ya Şirnexê oxira wî hate hilanîn.

Cenazeyê şervanê YPS’ê Gîçer ê li Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê hate teşxîskirin, anîn Mizgefta Gundê Avgamasiya. Piştî wecîbeyên olî, Gîçer ê YPS’î li goristanê bi merasîmekê hate veşartin.

Malbata Gîçer a ku ji roja yekem a berxwedana xwerêveberiyê ve mala xwe ya li Taxa Yenî neterikandine, îro ji bo cenazeyê kurê xwe cara yekem derketin.