BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Mazlûm Çelîk û 17 hevalên wî hatin bîranîn

Mazlûm Çelîk û 17 şervanên YPG'ê yên 29-30'ê Kanûna 2015'an di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li gundên Eyn Îsa û Şergîratê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Rennesê hatin bîranîn.

Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) û 17 şervanên YPG'ê yên 29-30'ê Kanûna 2015'an di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li gundên Eyn Îsa û Şergîratê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Rennesê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Amara pêk hat û Kurdistaniyên ji Rennes, Vannes, Nantes û Lorîentê beşdar bûn. Merasîm saet di 14:30 de destê kir û tevî 12 gerîlayên HPG'ê yên di 10'ê Çileyê de li navçeya Wan Artemêtanê hatin înfazkirin û ji 4 gerîlayên HPG'ê Omer Gonul (Şoreş Gimgim) ên di şerê 23'ê Îlonê de li herêma Kûrûdere ya li ser rêya Çewlik-Elezîzê jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, xizmên mirovên wan di nava refên YPG û HPG'ê de jiyana xwe ji dest dan axivîn. Ji Komîteya Şehîdên Kurdistanê ya Fransayê Bakî Ûlûdag got, "Xwedîderketina li bîranîna wan bi rûniştina li malê nabe, bi xwedîderketina li berxwedanê dibe."

Pismamê Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) Bakî Çelîk jî da xuyakirin, ku li Kurdistanê zîhniyeteke barbar li ser kar e ku pitikên hînê çavên xwe li cîhanê venekirine qetil dike û hewl dide ji bedenên mirî jî tolê hilîne. Çelîk diyar kir ku gelê Kurd wê li her qadê têkoşîna xwe xurt bike û got, "Çawa ku gelê Kurd rejîmên dîkta yên beriya niha beralî kir, îro jî bi rêxistinbûyîn û vîna xwe ya xurt re li dijî dîktatoriyê şerê ji bo rûmetê dimeşîne. Mîrateya herî bi heybet a em ji zarokên xwer e bihêlin, xwedîderketina li berxwedanê ye. Mazlûm Çelî, kurê xalê endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Şervan Varto bû û piştî destpêkirina êrîşên rejîma AKP'ê yên li hemberî gelê Kurd, tevlî nava refên YPG'ê bû."

Mele Mehmûd jî di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku hem çeteyên DAIŞ'ê hem jî rejîma AKP'ê di bin navê ol de şer li hemberî gelê Kurd dimeşînin û destnîşan kir, ku gelê Kurd li ser navê hemû bawerî û mirovahiyê têdikoşe.

Ji Malbatên Şehîdan Hecî Necmettîn Kiliç, Mehmet Grî, Abît Guneş û Yilmaz Bozkûrt jî axivîn. Qisekeran dilsoziya xwe ya bi bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê anîn ziman. Hozan Alî Gul jî helbesta xwe ya li ser Endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Şervan Varto nivîsandî xwend.

Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan. Bavê Mazlûm Çelîk (Şervan Varto) Suphî Çelîk û diya wî Yildiz Çelîk peyamek bi dîmen şand ji merasîma bîranînê re. Dê û bav gotin, "Me navê Mazlûm ji Mazlûm Dogan wergirt. Mazlûm piştî ku tevlî nava refên YPG'ê bû navê kurxalê xwe Onder Aslan rakir û ji ber ku îro li çiyayên Kurdistanê bi hezaran Mazlûm hene, em serbilind in."

Merasîma bîranînê bi qîrîna dirûşmeyan bi dawî bû.

...