Serpêhatiya çiyê ya keç û dayikekê
Li Kurdistanê li her cihî, li her qadê êşên cuda yan jî mîna hev hene.
Li Kurdistanê li her cihî, li her qadê êşên cuda yan jî mîna hev hene.
Li Botanê, ku weke 'Dilê Kurdistanê' tê pênasekirin, berxwedan û berdêlên vê berxwedanê kêm nabin. Li Botanê her jiyan çîrokek e, her çîrok jî bi berxwedanê hatiye hûnandin.
Çîroka gerîla Nalîn jî yek ji van e. Nalîn Bêrîvan di sala 2009'an de berê xwe da nava refên gerîla. Ji bo Kurdistanê tevlî vî şerî bû.
Mîna ya gelek gerîlayan, çîroka gerîla Nalîn jî bi şewitandina gundê wê Nerex ê Şirnexê destpê kir. Ew hînê zarokeke biçûk bû, bavê wê bi hinceta PKK'yî ye ji aliyê hêzên faşîst ên TC, hêzên îstîxbarata jendermeyan a wê demê ve hat revandin. Piştî wextekê agahiya şehadeta bavê wê ji wan re hat.
Nalîn qala wan rojan dike: "Gelekî baş nayê bîra min. Ya tê bîra min; bavê min ji malê derket û careke din venegeriya. Ti tişk nikare cihê valahiya wî dagire. Ji xwe min jî bersiv ji valahiya wî re nedidît. Lê min baş bi vê dizanîbû; dijmin ji bavê min tirsiya bû. Û ji ber vê yekê ew biribû."
DAYIKÊ TEHEMÛL NEKIR...
Salên ji emrê Nalîn vediguhere çîrokeke cuda û dewam dike. Piştî qetilkirina bavê wê zextên li wan tê kirin girantir dibe. Tevî malbata xwe yanî bi dayik, birayê xwe di sala 1995'an de dikeve ser rêya koçberiyê. Dayik bi du zarokên xwe ewilî diçe Kampa Nînova ya li Başûrê Kurdistanê, dûre li kampa Ertûşê bi cih dibe. Nalîn a hînê hînê tinebûna bavê xwe nebûye, ji nişka ve bi tinebûna dayika xwe ve rû bi rû dimîne. Bi tenê li cem wê birayê wê dimîne. Halbûkî dayika wê Rihan Ûçar jî tevlî gerîla bûye û navê xwe kiriye Nalîn Karker. Nikarî terikandina welatê xwe, hilweşînag undê xwe, qetilkirina hevjînê xwe Temer Ûçar tehemûl bike û berê xwe da çiyê. Hem weke dayikekê hem jî weke gerîlayekê sonda hilanîna tolê xwar.
Dayika Nalîn Nalîn Karker di sala 1996'an de tê Qendîlê û perwerdeya xwe ya şervanên nû li vir diqedîne.
Bêrîvan a bi salan têkoşiya, ji bo karê şervanên nû bidomîne, piştre derbasî wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî dibe. Gerîla Bêrîvan Nalîn, dayika xwe Nalîn li Mexmûrê dibîne. Bi vî rengî qala wê rojê dike:
'DAYÊ EZ HATIME TE BIREVÎNIM!'
"Min fêm nedikir çima dayika min em terikandiye. Timî difikirîm ku ji me hez nake, nexwestiye bi me re bijî, lewma çûye çiyê. Kîjan zarok be wê li vê bifikire. Tinebûna dê, bav û welat hemû bi hev re di jiyana min de bû. Û hingî zarok bûm. Sal di ser re derbas bû, rojekê dayika min hat Mexmûrê. Wê çaxê pîrk û kalkê me dihat Mexmûrê û li me dinêrîn. Ez û birayê min emanetî wan kiribû. Dema min dayika xwe dît, ez gelekî hêrs bûm, min digot 'te çima em terikand'. Wê jî digot, 'diviyabû bi vî rengî bûya'. Bêguman vê yekê têra min nedikir.
Piştî bi salan min dayika xwe dît. Lê belê ji ber ku gerîla bû nikarîbû li cem me bimîne. Wê demê min fêm nedikir. Lê niha difikirim; ji ber ku min tinebûna wê fêm nedikir timî dixwest li cem wê bim. Min ji xwe re hin plan çêkir û çûm cihê dayika min lê dimîne. Min pace vekir û jê re got, ez hatime wê birevînim! Ji min re got, 'tu yê çawa min birevîn' û keniya. Min jî jê re got, 'tu ji vê paceyê derkeve, ez ê bi destê te bigirim û te birevînim'. Timî bi min dikeniya. Ji ber ku bi min dikeniya ez jî digiriyam. Ez hêrs dibûm. Ji min re digot ew ji min hez dike, dixwaze bi me re bimîne, lê min fêm nedikir bê çima digot, divê ew gerîla be."
Dayika wê di vê demê de timî ji wê re digot ku divê li ser rêya rastiyê be. Jê re digot, divê ti carî ji rastiya Kurdîtiyê qut nebe, di vê rê de bimeşe û di dema pêş de bibe gerîlayeke baş û jêhatî.
DIKEVE KEMÎNÊ...
Dayik Nalîn piştre vedigere çiyayên azad û têkoşîna xwe li wir didomîne. Piştî ku wextekê li Qendîlê ma, tevî 8 hevalên xwe berê xwe da çiyayên Rojhilat. Di rê de ket kemîna dijmin. Di şerê li vê derê de bi lehengî şer kir û şehîd ket.
Bêrîvan, şehîdketina dayika xwe ji kûrahiyê ve hîs kir û biryar da tevlî vê têkoşînê bibe.
ÇÎROKA HEVRÊYA XWE DAYIKA XWE DINIVÎSÎNE
Gerîla Nalîn Bêrîvan dibêje, "Û demê ji bo min di sala 2011'an de destpê kir" û wiha dewam dike: "Êdî ji bo min rêya yekane şoreş bû. Hem ji bo hilanîna tola dayika min û bavê min, hem jî ji bo azadiya gel û welatê min, ez amade bûm erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînim. Sedema destpêkê ya tevlîbûna min, rakirina çeka dayik û bavê xwe bû. Dema hilanîna tola wan hatibû."
Nalîn Bêrîvan a li çiyayên azad ên Kurdistanê têdikoşe, li gorî perspektîfa "Divê her gerîla binivîsîne. Eger hûn nenivîsînin hûn ê bi tenê bimînin" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, niha li ser serpêhatiya xwe û çîroka jiyanê ya dayika xwe pirtûkê dinivîsîne.