Şerê Qesrê li Înnsbruckê hat şermezarkirin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê daketin qadan, polîtîkaya şer a AKP û Erdogan şermezar kriin û ragihandina xwerêveberiyan silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê daketin qadan, polîtîkaya şer a AKP û Erdogan şermezar kriin û ragihandina xwerêveberiyan silav kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Awûstûrya Înnsbruckê daketin qadan bi meş û çalakiya rûniştinê polîtîkaya şer a AKP û Erdogan şermezar kirin û ragihandian xwerêveberiyên li Kurdistanê silav kirn.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Înnsbruckê, girseya gel li dû pankarta bi nivîsa "Bêdengiya we Kurdan dikuje" li Mary Terese civiya û ji nava kolanên qelebalix ên bajêr bi qasî 2 kîlometreyan meşiya. Di meşê de bi hilgirtina dowîzan û qîrîna dirûşmeyên "Bijî Berxwedana YPJ'ê", "Jin, jiyan, azadî" lanet li polîtîkaya şer a AKP'ê û Erdogan hat anîn û kiryarên li dijî mirovahiyê yên li cenazeye gerîlaya HPG'ê Kevser Elturk hat kirin, hat şermezarkirin.
Girseya gel piştî meşê li cihê destpêkirina çalakiyê vegeriya û ji bo şermezarkirina polîtîkaya şer a Erdogan devê xwe bi bantên reş girê da û heta saetekê çalakiya rûniştinê pêk anî.
Ev çalakiya ku bala Awûstûriyan jî kişand, bi xwendina belavoka ji bo silavkirina xwerêveberiyan û şermezarkirina hovîtiya AKP û Erdogan a li dijî gelê Kurd, bi dawî bû.