Şehîdên Qamişloyê hatin bîranîn

Endamên Radyoya Dengê Cûdî, ji bo bîranîna şehîdên 12'ê Adarê meşeke bi meşaleyan lidar xistin.

Kedkarên Radyoya Dengê Cûdî ya li Qamişloyê weşanê dike, duh bi şev ji bo bîranîna şehîdên serhildana Qamişlo ya 12'ê Adara 2004'an, li Qamişloyê meşeke bi meşale lidar xistin.

Kedkarên radyoyê li ser rêya Qamişlo-Amûdê heta Navenda Ciwanan a Şehîd Mazlûm Tolhildan meşiya. Di dema meşê de dirûşma "Şehîd Namirin" hat qîrîn. Piştî meşê kedkarên radyoyê meşaleyên xwe danîn xaçerêya Şehîd Rûbar Qamişlo.