'Şehîdên meha Tebaxê' hatin bîranîn

Li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiye yê Hesekê, 'Şehîdên meha Tebaxê' hatin bîranîn.

Li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiye yê Hesekê, 'Şehîdên meha Tebaxê' hatin bîranîn.

Di merasîma bîranînê de tevî nûnerên saziyên sivîl ên li bajêr, li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Zubeyde Bico, li ser navê Saziya Şehîdan a Suryanî Samir Îbrahîm, li ser navê TEV-DEM'ê Ronahî Hesekê û li ser navê YPG'ê Şahîn Nûman, rayedarên PYD, Yekîtiya Star û Meclîsa Bajêr amade bûn.

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Suryanî Samir Îbrahîm di axaftina xwe ya li vir de got, "Şehîd xwediyên eslî yê vî welatî ne. Ji ber vê yekê yên ku em ê bidin ser şopa wan Şehîd in."

Li ser navê Malbatên Şehîdan Zubeyde Bico jî got, "Em bi saya şehîdan li hev civiyane. Şoreşa Rojava keda van şehîdan e. Wan nîşanî me dan bê ked çi ye. Ji ber vê yekê mayîna li ser vê xakê, xwebirêxistinkirin, xwedîdeketina li keda şehîdan e. Nêzîkatiyeke berevajî vê, xiyanet e."

Bi sedan beşdarên merasîmê bi qîrîna dirûşmeya "Şehîd Namirin" belav bûn.

...