BI DÎMEN

Savda: Li Cizîrê terora dewletê hebû

Savda diyar kir, ji ber xerakirina xanî û avahiyan bi qasî 1 mîlyar dolar zerar li Cizîrê bûye û ev wehşeta li Cizîrê weke 'terora dewletê' pênase kir.

Bandora wehşeta dewleta Tirk a li Cizîrê, ku 80 rojan bi tank, top û obusan bajar kir xirbe û bi sedan mirov bi saxî şewitand, dewam dike. Derket holê ku hikûmeta AKP'ê di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de Cizîr weke 'herêma bi rîsk' destnîşan kiriye. Aktîvîstê aştiyê û rojnamevan Halîl Savda diyar kir, ji ber xerakirina xanî û avahiyan bi qasî 1 mîlyar dolar zerar li Cizîrê bûye û ev wehşeta li Cizîrê weke 'terora dewletê' pênase kir. Savda diyar kir, dewlet bi projeya 'herêma afetê' re hewl dide pere qezenç bike.

Savda bal kişand ser wehşet û talana dewletê li taxên Yafes, Cûdî û Nûr ên Cizîrê û got, "Di asteke travmatîk de êşeke giran heye. Dewlet, li şûna ku birîna mirovan bipêçe, bi îlankirina vê derê weke 'herêma afetê' re dixwaz cih û warê mirovan dagir bike. Dibe ku planên xwe hebe li tevahiya taxên berxwedanê qereqolan çê bike û bike herêma ewlekariyê. Li şûna ku bersivê bide zerara mirovan, dewlet hewl dide ji rewşê bixwe. Hewl dide xaniyên ji 2 qatan ên li vê derê hilweşand, avahiyên ji 6 heta 8 qatan biçikîne û mirovan li cihên ji sed metreçargoşeyî asê bike. Dewlet xwedî siyaseteke bi vî rengî ye. Endezyar û mirovên ji rêxistinên civakî yên sivîl hatin vê derê. Ji Yekîtiya Şaredariyan a GAP'ê hin lêkolîn hat kirin. Li gorî tespîtên wan, dewletê heta niha bi 1 mîlyar dolarî zerar daye Cizîrê. Zerara esnafên ev 3-4 meh in nikarin dikanên xwe vekin, ne di nav ê hejmarê de ye."

Savda da xuyakirin, ku dewlet hewl dide vî sûcê xwe bixe stuyê berxwedêran û ragihand, gelê ku bi veguherîna bajarvaniyê re ketiye nava travmayeke mezin, pêwîstiya xwe bi destekê heye. Savda got, "Lewma ne bawerim ku budçeya Yekîtiya Şaredariyên GAP'ê têrê bike ku pereyekî ewqas zêde karibe bişîne. Pêwîste bi projeyên alternatîf re pêşî li dagirkeriya dewletê li van qadên jiyanê bê girtin. Wekî din dema tespîtkirina zerarê de, dewlet siyaseteke welê dimeşîne ku heta jê tê naxwaze zerara mirovan çareser bike. Dewlet di  çarçoveya qanûna 'têkoşîna li hemberî terorê' de dixwaze di asteke gelekî biçûk de mesrefan bide. Dewlet hewl dide nîşan bide ku berxwedêrên Cizîrê li ber xisarê vekirine. Li Cizîrê terorek hebû! Lê ev teror terora dewletê ye. Ji ber ku dewletê bi xwe teror meşand, divê ew bersivê bide pêwîstiyan. Lewma rêxistinên civakî yên sivîl li hemberî vê raporan amade dikin, lêkolînan dikin, ji bo tespîtkirina zerarê bi malbatan re hevdîtinê dikin."

Savda diyar kir, ku dewlet Dixwaze li Cizîrê Kurdbûyînê krîmînalîze bike û got, "Wêneyê Cizîrê ev e. Ji bo pêşî li vê were girtin, ji bo civak travmayê derhal ji ser xwe bavêje divê hemû sazî seferber bibin."