Sariyildiz bang li Ewropayê kir: Divê her kes tiştekî bike
Sariyildiz got, "Em dil bi êş in, di şînê de ne, lê serê me bilind e. Li Cizîrê berxwedaneke dîrokî heye. Gelê me yê li Ewropayê, ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê divê dakeve kolanan."
Sariyildiz got, "Em dil bi êş in, di şînê de ne, lê serê me bilind e. Li Cizîrê berxwedaneke dîrokî heye. Gelê me yê li Ewropayê, ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê divê dakeve kolanan."
Li bajarê Elmanya Bochûmê, bi armanca destekkirina berxwedana Bakurê Kurdistanê çalakiyek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ê bi rêya telefonê ji beşdarên çalakiyê re axivî û got, "Em dil bi êş in, di şînê de ne, lê serê me bilind e. Li Cizîrê berxwedaneke dîrokî heye. Gelê me yê li Ewropayê, ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê divê dakeve kolanan."
Çalakiyên ji bo destekkirina berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê, li Ewropayê dewam dikin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Elmanya Bochûmê, bi armanca piştgirîdayîna Sûr, Cizîr, Silopiya û tevahiya Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Berxwedan Jiyan e" çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de, tevî bi sedan kesan, Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç, rojnamevan Gunay Aslan, nivîskar Huseyîn Kalkan, Huseyîn Narli, siyasetmedar Ayten Kaplan û rêveberên Enstîtuya Kurdî amade bûn. Cewadê Merwanî, Mehmet Akbaş û Narînxan jî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Qisekeran, komkujiyên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dike şermezar kirin û banga destekkirina berxwedanê kirin. Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî û destnîşan kir, ku li Cizîrê dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Sariyildiz got, "Em dil bi êş in, di şînê de ne, lê serê me bilind e. Li Cizîrê berxwedaneke dîrokî heye. Gelê me yê li Ewropayê, ji bo xwedîderketina li vê berxwedanê divê dakeve kolanan."
'SERÊ CIZÎRÊ BILIND E'
Sariyildiz di destpêka axaftina xwe de got, "Ez we hemûyan bi ruhê berxwedanê yê Cizîrê silav dikim" û anî ziman ku li navenda Botanê Cizîrê dîrok ji nû ve tê nivîsandin.
Parlamenter Sariyildiz axaftina xwe de got, "Hêzên mêtînger dîroka talan, qirkirin û komkujiyê dinivîsînin. Li hemberî vê yekê gelê me jî dîroka berxwedan û lehengiyê dinivîsîne. Li dîroka berxwedanê ya gelê Cizîra Botan xelekên nû zêde dibin. Bi dayîna berdêlên mezin ev tê kirin. Li Cizîrê her roj şehadet rû didin. Bombe li mal û kolanan tên barandin. Bajarên me wêran bûne. Dewlet bi bêexlaqî û bêperwariyê re êrîşî gelê me dike. Gelê me jî ji bo nirxên mirovahiyê li ber xwe dide. Em di rojên zor û zehmet re derbas dibin. Cizîr îro birîndar e, dil bi êş e, lê serbilind e. Gelê me bi hêvî û bi rûmet e. Di asta herî bilind de nirxên mirovahiyê diparêze. Ji ber vê yekê roj bi roj êrîş û komkujiyên li hemberî gelê me tên şidandin. Ev 24 saet in 30 hevalên me li avahiyekê bi birîndarî tên sekinandin. Hevalê me Cîhan Karaman jiyana xwe ji dest da. Rewşa Cîhan baş bû, lê belê ku nehiştin em wî bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ev wehşeteke mezin e, şerma mirovahiyê ye. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Cîhan de biryara tedbîrê da. Ev bi cih nehat anîn. Dewleta Tirk pîvanên hiqûq û mirovahiyê binpê dike."
'DIVÊ GELÊ ME YÊ LI EWROPAYÊ RABE SER PIYAN'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bang li Kurdên li Ewropayê dijîn kir û got, "Ji bo berxwedana Cizîrê em dizanin ku gelê me yê li Ewropayê destekeke xurt dide. Lê belê ev têrê nake. Eger em her roj danekevin kolanan, li ber xwe nedin, gelê me yê li Cizîrê wê her bê qetilkirin. Di van rojên dîrokî de xwedîderketina li Cizîrê girîng e. Banga me li gelê me ew e ku çalakiyên xwe derxîne asta herî bilin."
Sariyildiz da xuyakirin, ku dorpêçiya DAIŞ'ê çawa hat şikandin wê ya li ser Cizîrê jî bê şikandin û got, "Ji ber ku hêz û vînek derketiye holê. Dorpêçiya li Cizîrê wê îro bişikê. Azadî û siberoj wê bibe para gelê me. Ji bo vê jî girîng e gelê me yê li Ewropayê rabe ser piyan."