Sakik: Yên destnedana me rakirin di nava dîrokê de winda bûn

Parlamenterê berê Sirri Sakik ê di sala 1991'ê de mafê destnedana wî hat rakirin, têkildarî hewldana rakirina destnedana wekîlên HDP'yî de got, "Ya ji ber kirine, dubare dikin."

Parlamenterê berê Sirri Sakik ê di sala 1991'ê de mafê destnedana wî hat rakirin, têkildarî hewldana rakirina destnedana wekîlên HDP'yî de got, "Ya ji ber kirine, dubare dikin." Sakik bibîr xist ku wan di sala 1991'ê de gotine, "Em ê dîsa bên, lê hûn ê hingî li holê nebin" û ev xal destnîşan kir: "Yên destnedana me rakirin, îro di nava dîrokê de winda bûne. Vaye em li vir in. Em vîna gel in û ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em têdikoşin."

Rakirina mafê destnedana parlamenteriyê yê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenter Selma Irmak, Sirri Sureyya Onder û Ertûgrûl Kurkçu di rojevê de ye. Ev pêvajoya ku bi fermana Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîrê Tirk Davûtoglû destpê kir, dişibe pêvajoya rakirina destnedan û girtina parlamenterên DEP'ê.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Di 2'ê Adara 1994'an de heman piştî hilbijartinê, sonda Leyla Zana ya di dawiyê de çend gotinên Kurdî kir, ket ber lêpirsînê. Polîsan Orhan Dogan û Hatîp Dîcle heman rojê li ber deriyê Meclîsê kirin binçavan. Di heman rojê de, di dengdayîna li Meclîsê de mafê destnedana parlamenteriyê yê Parlamenterên DEP'ê Orhan Dogan, Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Ahmet Turk, Sirri Sakiki û parlamenterê serbixwe Mahmût Alinak hat rakirin.

Parlamenterên Kurd di wê baweriyê de bûn ku ji ber 'destnedana parlamenteran' nikarin li hemberî wan tiştek bê kirin û biryar dan ji Meclîsê dernekevin. Lê belê polîsên Tirk, piştî binçavkirina Orhan Dogan û Hatîp Dîcle, di 4'ê Adara 1994'an de ketin hundirê Meclîsê û parlamenterên din ên DEP'ê bi zorê binçav kirin.

Parlamenterên Kurd ên destnedana wan hat rakirin, piştî 13 rojan hatin girtin û li Girtîgeha Navendî ya Enqereyê hatin bicihkirin. Ji sûcdariya "Di çarçoveya fermanên PKK'ê de karên cihêkariyê kirine" hatin darizandin.

Yek ji parlamenterên mafê wî yê destnedana parlamenteriyê hat rakirin û darizandin Sirri Sakik e. Sakik nîqaşên li ser destnedanê yên îro dubare dibin, ji ANF'ê re nirxand.

Hevşaredarê Agiriyê Sakik da xuyakirin, ku polîtîkayên mîna yên li Dêrsim, Agirî, Zîlan an jî Koçgirî hatin meşandin, îro li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û hemû bajarên xwerêveberiyê tên meşandin û got, "Gelo mirov, welat ji bûyeran, ji qewimînan, ji jiyanê qet dersê dernaxînin?"

Sakik axaftina xwe wiha dewam kir: "Li şûna ku siyaseta demokratîk ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bê meşandin, li Meclîsa îro jî rê û rêbazên Dogan Gureşan, Çîlleran ên salên 1990'î tên bikaranîn. Ev neçareserî ye. Nîşaneya nebûna polîtîkayek ji bo çareseriyê ye. Dema em hatin girtin, hingî parlament hatibû dorpêçkirin. Darbeyeke sivîl hatibû kirin. Hempîşeyên me li ber deriyê Meclîsê em radestî yekîneyên têkoşîna li dijî terorê kiribûn. Ev ji xwe şerma Meclîsê bû. Li şûna ku vê şermê piştî bi salan ji holê rakin, nîşan didin ku ew jî dixwazin heman şermê bikin."

Sakik diyar kir, rakirina destnedana wekîlên DEP'î û girtina wan, pirsgirêka Kurd çareser nekiriye û got, "Hin ji me salekê, hin ji me 5 salan, hin ji me jî 10 salan li girtîgehê hatin ragirtin. Baş e çi bû? Pirsgirêka Kurd qediya?"

'EM Ê VEGERIN, LÊ HÛN Ê...'

Sakik axaftina xwe ya roja rakirina destnedanê bibîr xist û got, "Wê rojê min gotibû, 'Em parêzvanên dozeke mafdar in. Ji ber ku mezinên we ferman dan hûn îro destê xwe radikin. Hûnê me bigirin, bixin nava çar dîwaran. Lê belê ez bawerim, em ê vegerin û bên. Lê hûn ê hingî di nava rûpelên dîrokê de winda bûbin.' Di sala 2012'an de dema rakirina destnedanê ket rojevê, min li Civata Giştî ya Meclîsê ev axaftina xwe ya sala 1991'ê bibîr xist. Yên ku destnedana me rakirin îro di nava dîrokê de winda bûne. Vaye em li vir in. Em vîna gel in û ji bo çareseriya vê pirsgirêkê em têdikoşin."

'JIBERÊ DUBARE DIKIN'

Parlamenterê berê Sakik bibîr xist ku desthilatdarî jibera berê dubare dike û got, "Hem ji aliyê çekdarî, hem jî ji aliyê neçekdarî ve jibera berê dubare dikin. Ev rêyeke çareseriyê nîne."

Sakik bal kişand ser komkujiyên li Enqere, Pirsûs, Cizîr û Silopiyayê û pêvajoya çareseriyê ya bi peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di Newroza 2013'an de destpê kir. Parlamenterê berê Sakik got, "Di nava wê dema kurt de ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî demokratîk, em hemû bi hêvî bûn. Lê belê ev çend meh in me careke din ber bi rewşeke dojehê ve dehf didin. Li şûna ku siyaseta Tirkiyeyê ruhê xwe yê qirêj bûye bi demokrasî û azadiyê paqij bike, radibe jiberan dubare dike."

Sakik balk işand ser komkujiyên bi mehan e li bajarên Kurdan tên kirin û got, "Bi bêdengkirina parlamentê, bi bêdengkirina parlamenteran re hûn nikarin pirsgirêkê çareser bikin."