Şahidê bêdeng ê dîrokê: Bajarê kevnare Anî

Bajarê Anî, ku ji her alî ve dîrokê vedibêje, wextekî bi sed hezaran mirov vehewandibû. Li vî cihê niha bi tenê tûrîst tên dîtin.

Anî, navendeke ku ol, mezheb, çand û şaristanî lê li hev civiyan bû. Bajarê kevnare Anî, di heman demê de çavkaniya mîmariya rojava ye. Cîhana rojava ji vir hînî mîmariyê bû. Ev pêvajo du sed, sê sed salî dewam kir û hêdî hêdî li Ewropayê belav bû. Anî ku di Ronesansê de xwedî cihekî gelekî girîng e, weke "Şaristaniya Anî" tê naskirin. Lê belê ji ber xemsariya salên dûr û dirêj, gav bi gav veguheriye xirbeyekî. Anî tevî vê rewşa xwe ya hilweşiyayî jî dişibe welatê çîrokan.

Dema mirov nû diçin herêmê, xisar û hilweşîna li sûrên Anî bûne, yekser derdikeve pêşiya mirovan. Heywanên li nava vî xirbeyî tên çêrandin û gihayê heta çonga mirovan bilind bûye, nîşan dide ku çiqasî li vê derê miqate ne. Li ser tevahiya dîwarên Xirbeyê Anî nivîs hatine nivîsandin. Nivîsên nîjadperestî gelekî zêde ne.

Anî, ji ber zexmbûna mîmariya xwe, heta roja îro li ser piyan ma ye; ji ber ku ji bo parastina vî bajarî ti kar nehatiye kirin. Ev bajarê kevnare ku wextekê bi sed hezaran mirov lê dijiyan, niha veguheriye 'xirbeyekî'.

Navê bajarê Anî, di destpêkê de di sedsala 6. de weke cihekî asê yê begê Gamsaragan ku malbateke Ermenî ye, derbas dibe. Di navbera malbata Gamsaragan û malbata Bargatan de ku ew jî malbateke Ermenî ye, têkoşîneke dem dirêj hatiye meşandin.

Di encama vê têkoşînê de malbata Bargatan bi ser ket û malbata Gamsaragan di sala 780'yî de hemû mal û milkên xwe yên li vir li dû xwe hişt û reviya Bîzansê. Xelîfeyê Abbasî Aşot ê I. ku ji malbata Bagrat e, di sala 885'an de ji aliyê împaratoriya Bîzans ve weke Qralê Ermenîstanê hat wezîfedarkirin.

Aşot û kurê wî piştre ev der kirin paytext û bajarekî mezin ava kirin. Bajarê Anî, bi navê xwe yê niha 'Xirbeyên Anî' bi vî rengî ava bû.

Xirbeyên Anî li herêmek Qersê ya nêzî sînorê Ermenîstanê ye. Li gundê Ocakli li qiraxa çemê Arpa ye. Çemê Arpa baskekî Çemê Arasê ye û bajarê Anî jî li aliyê Anatoliyê yê vî baskî ye.

Li bajarê Anî heta niha bîstûçar şaristaniyan hikum kirine. Ji ber ku li ser rêya Îpekê ye, ji aliyê bazirganiyê ve bajarekî dewlemend e.

Xirbeyên Anî li ser erdekî mîna sêgoşeyan hatiye çêkirin. Bi vê yekê ve hatiye xwestin, bêhtir zexm bibe. Heft deriyên xwe hene. Ji van deriyên herî girîng; Deriyê Qersê, Deriyê bi Şêr û Deriyê Sarniçî ne. Ev berhema mezin a ji kevirê reş û xerca Xoresanê hatiye çêkirin, tevî ku gelek şer li ser hat kirin, hê li ser piyan e. Li vî bajarê kevnare gelek sûr, keleh, dêr û mizgeft hene.

Li nava bajêr, cihê ji bo îbadeta hemû baweriyan heye. Hem, mizeft, hem dêr, hem jî perestgehên agir, hema 100-150 metre dûrî hev in.

Anî weke bajarê 1001 dêrî tê naskirin. Hin mirov jî jê re dibêjin bajarê ji çil derî. Di salên 1880'î de li herêmê, bajarekî din ê li binê erdê hat dîtin. Li vî bajarê li binê erdê bi qasî 850 avahî û şikeft hatin dîtin.

Xirbeyên Anî yek ji wargehên herî kevn ên Ermenî lê jiyane ye. Li vê derê Katedraleke mezin heye. Her wiha berhemên di salên 3 hezarî yên beriya zayînê de hatine çêkirin, hene.

...