BI DÎMEN

'Saddamê roja îro Erdogan e'

Gerîlayên HPG'ê dan xuyakirin, ku her çend 27 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas bûne jî, polîtîkayên komkujiyê hînê dewam dikin û destnîşan kirin, ku gelê Kurd di roja îro de jî bi komkujiyan re rû bi rû ye.

Gerîlayên HPG'ê dan xuyakirin, ku her çend 27 sal di ser komkujiya Helebçeyê re derbas bûne jî, polîtîkayên komkujiyê hînê dewam dikin û destnîşan kirin, ku gelê Kurd di roja îro de jî bi komkujiyan re rû bi rû ye. Gerîlayan diyar kirin, zîhniyeta qetlîamker a Saddam, îro bi destê AKP'ê tê meşandin.

Di 16'ê Adara 1988'an de li Başûrê Kurdistanê bajarê Helebçeyê komkujiyeke mezin li hemberî gelê Kurd hat kirin. Ev komkujiya gelek ji me bi wêneyên zarokên di hembêza dayikan de jiyana xwe ji dest dan dinasin, mîna rûreşiyekê cihê xwe di dîroka gelê Kurd de girt. Di vê komkujiya bi bombeyên kîmyewî hat kirin de jin zarok, extiyar, ciwan zêdeyî 5 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran mirov birîndar bûn, seqet man, nexweş ketin û bi deh hezaran mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin. Di salvegera 27. a komkujiyê de gerîlayên HPG'ê ji ajansa me re axivîn û dan zanîn, ku îro jî li hemberî gelê Kurd komkujî tên kirin. Gerîlayan bal kişandin ser komkujiyên li Bakurê Kurdistanê bi destê AKP'ê tên kirin û ji bo Helebçeyên nû neqewime, bang li gelê Kurd kirin ji bo berxwedana xwe mezin bikin.

'EM LI ÇAR PARÇEYÊN KURDISTANÊ BERXWEDANA XWE MEZIN BIKIN'

Gerîla Amed Dahola da xuyakirin, ku di komkujiya li Helebçeyê de bi hezaran Kurd bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin û got, "Li Şengalê jî bi destê çeteyên hikûmeta AKP'ê DAIŞ'ê komkujiyek hat kirin. Îro jî hikûmeta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê komkujiyên nû dike. Mînakên Cizîr, Silopiya û Sûr i pêş çavên me ne. Girîng e gelê Kurd berxwedana xwe mezin bike."

Dahola bal kişand ser berxwedana heyî ya gelê Kurd û anî ziman, ku berxwedan heye, lê têrê nake. Gerîla Dahola got, "Pêwîste gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê berxwedana xwe mezin bike. Li dijî mêtîngeriyê bisekine. Li hemberî mêtîngeriyê bi hev re li ber xwe bide. Dijminê gelê Kurd yek e. Ji bo komkujî dubare nebin, girîng e yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd pêk were."

'JI BO BERXWEDANA LI DIJÎ DIJMINÊ MÊTÎNGER, DIVÊ CIWAN TEVLÎ NAVA REFÊN GERÎLA BIBIN'

Gerîla Azad Ezdîn jî lenet li komkujiyên Helebçe û Enfalê anî û got, "Komkujiyek ku zarok, jin û dayik lê hatin qetilkirin bû. Yên ku duh li Helebçeyê, îro li Şengal û Bakurê Kurdistanê komkujî kirin, dijminê gelê Kurd in. Ji bo berxwedana li dijî dijminê mêtînger, divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin."

'AKP HELEBÇEYÊN NÛ DAFIRÎNE'

Gerîla Dengtav Gîvara bal kişand ser planên komkujiyê yên dewletên mêtînger ên li hemberî gelê Kurd û da zanîn, ev plan ev du sed sal in bi cih tên anîn.

Gerîla Gîvara got, "Plana destpêkê parçekirina Kurdistanê bû. Li hemberî gelê Kurd hem komkujiyên fîzîkî hem jî yên çandî hatin kirin. Yek ji van komkujiyan jî ya Helebçeyê bû. Bi hezaran kes hatin qetilkirin. Komkujiya Helebçeyê bi destê Saddam Huseyîn hat kirin, lê îro heman zîhniyeta qetlîamker bi destê hikûmeta AKP'ê li Bakurê Kurdistanê dike. Di serî de li Sûr, Cizîr û Silopiyayê AKP Helebçeyên nû li bajarên Bakurê Kurdistanê tîne serê gelê Kurd. Ji bo komkujiyên nû bi serê me de neyê, divê gelê me bi hev re li ber xwe bide."

...