Êrîşî baregeha Emerîkayê ya li Hewlêrê hate kirin
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêmirov êrîşî baregeha hêzên hevpeyman a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kirine, lê beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin.
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Iraqê ragihand ku wan bi balafireke bêmirov êrîşî baregeha hêzên hevpeyman a li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê kirine, lê beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin.
Tevgera Berxwedana Îslamî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li hemberî baregeha li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê êrîş pêk anîne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîş li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser gelê Filistînê û Xezeyê hatiye kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku balafira bêmirov beriya ku bigihêje armanca xwe hatiye xistin.